Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 14ê TEBEXê 2020 ÎN
Li Amedê saet 14,00 li Brûkselê 13,00

Guhdarên hêja em ê bûltena xwe pêşkêş bikin û dibêjin, dem hatiye ku Ocalan azad bibe..

&-Malbata Rêberê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din yên li Îmraliyê, ji bo ku biçin Îmraliyê û hevdîtina bi xizmên xwe re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&-Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan, diyar kir ku xeta Egîd, xeta serketinê ye,

&-Navenda Ragihandina HPGê, diyar kir ku, hêzên Gerilla darbên giran li Artêşa Tirk ya dagirker dide. Di çalekiyên doh de jî 9 leşker hatine kuştin.

&- Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Nûrhak diyar kir ku, xeta lehengiyê ku di şexsê fermandar Agît de derketiye holê, ji Dihê heta Heftanînê, hîna bi lehengî dewam dike.

&- Hevşaredar Îbrahîm Çîçek, ku ji kar hate dûrkirin û di dewsa wî de qeyum hate erkdar kirin, hate girtin.