Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 21 Nîsanê 2021 ÇARŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike niha jî çend sernûçeyên me..!

&- Parêzer Raziye Ozturk got, hemû mafên Rêber Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin

&- Jinan li bajarê Koln a Almanya yê bi daxwaza azadiya Rêber Ocalan name ji Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Antîno Gûterres re name şiyandin.

&- Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan bal kişand ser gireva birçîbûna li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got; Daxwaza girtiyan pir mirovane ye û divê daxwazên girtiyan werin erêkirin.

&- Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku depoyeke kîmyewî ya Midûriyeta polîsan ya navçeya Stenbolê Fatîh Kûmkapi şewîtandine.

&- TEV-DEM û PYD’ê bang li rêveberiya Bexdayê kirin ku bi diyalogê nêzî Şingalê bibe û hurmetê nîşanî îradeya xelkê Şingalê bide.

&- Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên Dîfa El Wetenî ya ser bi rêveberiya Şamê daxuyanî da û diyar kir ku di êrişan de şervanekî wan şehîd bûye û di mijara bersivdanê de wê ji bo kêliyekê jî dudil nebin.