14 baroyan li dijî daxwaza dozgeriyê ya ji bo beraetkirina bersûcên doza qetilkirina Tahîr Elçî daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniya ku bi sernavê “Kuştina bi kiryar nediyar nîne, cînayeteke eşkere heye” hat dayîn de wiha hat gotin:

“Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de hat qetilkirin û derbarê bersûcan de doz har vekirin.

Di danişîna 25ê Nîsanê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest ku bersûcên polîs bên beraetkirin.

Qetilkirina Tahîr Elçî ku li ber dehan kamerayan pêk hat, em bûn şahid ku heta niha lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku her çend parêzer û saziyên hiqûqî yên Elçî ji bo ronîkirina cînayetê lêpirsînên ku divê ji aliyê lêpirsîn û dozgeriyê ve bên kirin jî xwestine, lê tu daxwaz nehatine bicihanîn.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Her çiqas ji bo ronîkirina qetilkirina Tahîr Elçî îradeyeke cidî ya civakî hebû jî, mixabin ev îrade di meqamên edlî û siyasî nehat dîtin.

Weke Tahîr Elçî jî digot, ‘kuştina kiryar nediyar nîne, cînayetên nehatine ronîkirin hene.’ Em weke baroyan bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê şopdarên pêvajoya hiqûqî bin.”