Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku 6 sal berê li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê AKP’yiyan ve hatin qetilkirin, di roja 88’an de li ber Wezareta Edaletê dewam dike.

Parlemterê berê yê CHP’ê yê Konyayê Atîlla Kar, serdana Emîne Şenyaşar kir.

Emîne Şenyaşar li ber Wezaretê axivî û wiha got:

“Em li ber Wezareta Edaletê dirûnin, deriyan li ser me girtin.

Haya wan jî ji me nîne, lê em li vir in.

Êdî bese bila kurê min berdin, em jî herin mala xwe.

Ev zilm ne zilmekî asayî ye.

Malbatek tune kirin. Nabe mirov li nava nexweşxaneyê bên qetilkirin, qeyd werin veşartin.

Yên ku malbata min kuştin li derve ne, kurê min di hucreya girtîgehê de digirin.”

Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar piştî nobetê derbasî Meclîsê bû.