Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqerê derbarê zilma dewleta Tirk ên li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn di dema sewqên nexweşxaneyan de serî li Wezareta Karên Hundir û Wezareta Tenduristiyê da.

OHD’ê di serlêdana ji bo Wezareta Karên Hundir van xalan anî ziman.

Ji ber lêgerîna nava dev li girtiyên nexweş ferz dikin, girtî naçin nexweşxanê. Legerîna nava dev bi tena serê xwe pêkanîneke ku rûmeta mirovan dişkîne û yek ji şeklên êşkencê ye. Zirarê dide rumeta mirov, dibe sedama êşê û mirov xwe biçûk bibîne.

Girtiyên me bi wan re hevdîtin kir, gotin, ji ber lêgerîna nava dev mecbûr mane, dest ji mafê xwe yê sewq û dermankirinê berdin. Ev kirin ji ji bo girtiyên nexweşên giran dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê.

Di serlêdana ji bo wezareta Tenduristiyê jî OHD’ê got:

Mûayeneya bi kelemçe ya girtî û hikumxwariyan rê li ber binpêkirina mafê tenduristiyê vekiriye. Divê ev ji holê rabe. Divê di dema mûayeneya girtî û hikumxwaran de destûr neyê dayîn ku hêzên ewlehiyê li odeya mûayeneyê bisekinin, û mûayeneya bi kelemçe neyê kirin. Lazim e, pêkanînên dibin sedema binpêkirinên mafan ên tenduristiyê bi dawî bibin.