Jinên Amedî gotin, nîqaşkirina Peymana Stenbolê yeke ji planên êrişên rêk û pêk ên li dijî jinan e û ji bo têkoşîna hevpar bang kirin.

Peymana Stenbolê ku peymanek ji bo pêşîgirtina li tundiya li jinê û nava malê ye, di warê hiqûqî de belgeyek yekem e ku di asta navneteweyî de ye. Lê belê van mehên dawî ku li Tirkiyeyê tundiya li jinê zêde bûye, ev peyman bûye mijara nîqaşê. Ji meha Tîrmehê ve ku peyman ji nîqaşê re hate vekirin û şûnde li gorî daneyên ajansa Jinnewsê 35 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 8 jin bi awayekî bi guman mirine. Rêxistinên jinan dixwazin ku ev peyman bi cih bê anîn.

‘EZ NAXWAZIM LI WELATEKÎ WELÊ BIJÎM KU DARAZA JÎ ALÎGIRÊ MÊR BE’

Jina bi navê Dîlan Çîfçî diyar kir ku dixwazin hê zêdetir jinê bikişîn nava şideteke ya sîstematîk û li her qada jiyanê di warê fîzîkî û hestî de şideta mêr li ser jinê heye. Çîftçî got: “Qetilkirina jinê polîtîk e. Ez naxwazim li welatekî welê bijîm ku daraz jî alîgirê mêr be. Eger ji peymanê bê vekişîn wê pirsgirêkên jinê yên hene, şideta lê tê kirin kûrtir bibe. Hikûmet li şûna ji peymanê vekişe divê qanûnên ku hê zêdetir jin, zarok û lawiran diparêzin biafirîne. Qanûnan hê baştir bi cih bînin.”

‘YÊN LI DIJÎ PEYMANÊ STENBOLÊ DERDIKEVIN QATIL Û BERPIRS IN’

Çîftçî bal kişand ser pirsgirêkên li welêt û ev nirxandin kir: “Ne diyare bê ka em dixwînin an kar dikin. Em dibin karmend, dawiya me nediyar e. Em jinin, dawiya me nediyare bê ka wê çi pê bê. Bi şevan piştî saet 21:00’an û şûnde dema derdikevin ditirsin. Naxwazim li welatê ez lê dijîm ev pirsgirêk hebe. Dixwazin dawî li qetilkirina jinan bên. Lê mixabin Peymana Stenbolê ku jiyana jinan diparêze, ketiye ber nîqaşê. Yên li dijî vê peymanê derdikevin, hemû kujerên jinan in. Ji bo vî welatî ti gotinek din nîne bê kirin.”

‘DI REWŞA BÊDENGBÛNÊ DE JÎ WÊ ÊRÎŞ ZÊDE BIBIN’

Berxwedan Demîr anî ziman, ku ew li welatekî ku kujerên jinan lê zêde dibin ne ewle ne, tevî vê pirsgirêkê sedema bingehîn a xwestina vekêşana ji Peymana Stenbolê ya hikumetê, ji bo li ser pirsgirêkên li welat heyî re bigre ye. Demîr got: “Em dizanin ku kesên welat bi rêve dibin rûyê xwe yê di mecraya navneteweyî de didin diyar kirin ji dûrî rastiyê ne, bawer jî nakin.” Demîr hişyarî da ku her çiqas li dijî tevlîheviya bêdeng bimînin wê êrîş zêde bibin û bang li jinan kir ku li her qadê dengê xwe bilind bikin.

‘LI CIHÊ KU JIN LÊ NEBE AVANIYA CIVAKÎ Û DÎNAMÎK ÇÊNABE’

Berfîn Tûran diyar kir ku pêkanînên ji aliyê rêveberiya zilam ve tê diyar kirin ji her alî ve bandorê li ser jinê dike û teqez kir ku armanca wan a bingehîn hebûna ‘jinê’ ye. Tûran destnîşan kir ku polîtîkayên dijber ên desthilatdaran ji destpêka dîrokê heta niha dixwazin li ser jinê bi cih bînin û wiha pêde çû: “Ji ber ku li cihê ku jin lê nebe, avaniya civakî û dînamîkî wê ji holê radibe. Ji ber vê sedemê pêwîste em xwedî li destketiyên xwe derbikevin û li hemberî kesên ku dixwazin Peymana Stenbolê rakin dengê xwe bilind bikin. Em jin çonk nadanîn.”

‘PÊWÎSTE EM DESTÊ HEV BIGRIN Û DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Hasret Irçi ya ku weke mamostayekê bûyî mexdûrê tundiya civakê, ji ber xwesteka vekêşana ji Peymana Stenbolê fikarên xwe anî ziman û bal kişand li ser girîngiya peymanê. Irçi diyar kirin ku hikûmet bi daxwaza vekêşana ji Peymana Stenbolê mikur tê ku wan tundiya li jinê pejirandiye, bang li jinan kir û got: “Em destê hev bigrin û bi hev re dengê xwe bilind bikin, em ê bikaribin rê li ber kesên ku daxwaza vekêşana ji Peymana Stenbolê dikin, bigrin.”