Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica li ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan, helwesta saziyên hiqûqê ya navneteweyî û têkoşîna di asta navneteweyî de ji ANF’ê re axivî.

Prz. Rezan Sarica got; 37 meh in em nikarin bi ti awayî agahiyê ji Birêz Ocalan bigirin. Îmrali veguherandine herêmeke welê ku jiyana siyasî û civakî lê hatiye bidawîkirin.”

Bi qasî hukmê ji aliyê dadgehên serbixwe û bêalî ve hatiye dayin, mercên girtinê jî divê li gorî rûmeta mirovahiyê û hiqûqê be.

Eger rewşa girtinê li dijî rûmeta mirovahiyê be, eger bi rêk û pêk êşkence tê kirin, hingî ev yek tê wateya ku mafê ewlekarî û azadiyê tê binpêkirin.

Em bi rewşeke welê re rû bi rû ne ku nayê qebûlkirin.

Sîstema Îmraliyê hem qedexeya êşkencê ye, hem jî mafê azadiyê binpê dike û xwedî wê rîskê ye ku hemû mafên din binpê bike.”

Prz. Sarica dazanîn ku têkildarî rêber Abdullah Ocalan ne hiqûqa navxweyî û ne jî peymanên navneteweyî bi cih nayên anîn.

Ji CPT heta bi Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, bi rêk û pêk agahî têne dayin û daxwaz têne kirin.

Herî dawî me rejîma Îmraliyê xiste rojeva Neteweyên Yekbûyî û ji wê derê jî ji bo bidawîkirina mercên li Îmraliyê bi rengê ‘bila tavilê parêzer hevdîtinê bike’ biryara tedbîrê hate wergirtin.

Ev biryar hîn derbasdar e, em li bendê ne ku bê pêkanîn.

Saziyên Ewropa jî li gorî biryarên xwe tevnagerin.

Ne Tirkiye guh dide pêşniyarên CPT, ne jî CPT li pişt tespîtên xwe disekine.”

Prz. Rêzan Sarica herî dawî got; Niha Pengava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ di rojêvê de ye.

Girti di greva birçîbûnê de ne. Girtî nîşan didin ku rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê çiqasî awarte û cihêkar e.

Lewma divê mercên rêber Abdullah Ocalan baş werê fêhmkirin.

Divê têkoşîn werê berfireh kirin û dmeildest tecrîd bi dawî bibe û hevdîtina bi Birêz Ocalan re bê kirin.