Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Botan Kiçî, Agir Adar û Agir Pîzot yên di dîrokên cuda de şehîd bibûn, li bajarê Dresdenê hatin bibîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) hate pêkanîn.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a DKTM’ê Dîlber Batman axivî û got;

Tu gotin têra nirx û pîroziyên şehîdan nake, ew hebûna gelê Kurd in.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Agît Toy jî axivî û got:

Şehîd nirxên pîroz yên gelê Kurd in.

Wan ruh û can da gelê xwe û tevahiya Kurdistanê.

Bavê Şehîd Agir Adar (Delîl Dogan Akyuz), Alî Akyuz jî axivî û got:

“Berdêla têkoşîna li dijî nijadperestî û polîtîkayên komkujiyên li Kurdistanê giran in, lê bi saya wan berdêlan gelê Kurd û azadiya Kurdistanê di rojeva cîhanê de ye.

Siyasetmedar Muharrem Aral jî axivî û gotin: “Bi hezaran hevalên me yên ciwan ji bo azadiyê têkoşinê dike.

Ji bo fêhmkirina şehîdan tê wateya fehmkirina rastiya Kurdistanê.

Dema ku em rastiya Rêbertî fêm bikin, em dikarin rastiya şehadetê jî fêm bikin.

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyan bi dawî bû.