Selahattin Erdem /Ozgur Politika
Çapemeniya azad nayê bêdengkirin

Dîktatoriya Tayyîp Erdogan ê faşîst, tevahiya zivistanê propagandaya amadekariya êrîşeke nû dikir. Gavên destpêkê yên vê amadekariyê, li Metîna bi êrîşa li dijî gerîla û êrîşa li dijî çapemeniya azad pêk hat.

Li Tirkiyeyê 9 kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin.

Bi êrîşa dewleta Belçîka ya li dijî navendên weşanê ya Stêrk TV û Medya Haber TV, car din hat dîtin ku hêzên esas ên dîktatoriya Tayyîp Erdogan ê faşîst-qirker li ser piyan digirin, kî ne.

Bê guman êrîşa navborî bû sedemê nerazîbûneke pir mezin.

Beriya her kesî kedkarên çapemeniya azad bi serbilindî li dijî êrîşa piştevanê faşîzmê disekinin û têdikoşin û azadiya çapemeniyê di asta herî jor de diparêzin.

Li aliyê din, li Tirkiyeyê û cîhanê gelek sazî û rêxistin êrîşên dewleta Tirk û Belçîkayê yên li dijî çapemeniya azad, bi rengekî pir xurt şermezar dikin û piştgiriyê didin çapemeniya azad.

Li ser vî bingehî êrîşên navborî weke piralî hatine nirxandin. Di rastiyê de tiştên pir girîng hatin gotin û êrîşên faşîst ên antîdemokratîk, bi rengekî xurt hatin şermezarkirin.

Divê mirov bi sedemê girîng ê mijarê, li ser vê êrîşa navborî bisekine û dubare jî be hin xisûsan jinûve îfade bike.

Mesele dema wê pir balkêş e. Di serî de bi êrîşên dagirkeriyê yên li Metînayê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêk tên re, hemwext çêdibe.

Yanî yên ku ev êrîş pêk anîn, gerîla û çapemeniya azad bi heman rengî dinirxînin. Yanî çek, pênûs û kamerayê bi heman rengî dibînin. Ev yek jî bi şênberî nîşan dide ku sûcdariya ‘terorîzmê’ ya ku bi tundiya çekdarî hatiye mezinkirin, bê bi kîjan armancê ji aliyê xwediyên xwe ve tê bikaranîn.

Li aliyê din êrîşên navborî, di 23’yê Nîsanê roja vebûna meclîsê ya rê li ber damezrandina Dewleta Komara Tirkiyeyê vekirî de, tên kirin.

Lê çima dewleta Belçîkayê tevlî vê pîrozbahiya li dijî Kurdan dibe, mirov di fêmkirina vê yekê de zehmetî dikêşe.

Dîsa mîna ku pir hatî îfadekirin, êrîşa 23’yê Nîsanê ya li dijî çapemeniya azad, ji serdanên şefê faşîst Tayyîp Erdogan a li Bexda û Hewlêrê, ji hevdîtinên Hakan Fîdan ên li Ewropayê qut nîne.

Her wiha awayê êrîşa dewleta Belçîkayê ya li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV’ê jî gelek ecêb e.

Em dikarin bi rehetî bibêjin ku armanca serdegirtinê di çarçoveya dijmintiyeke mutleq de xwe nîşan dide. Zirardayîn û çavtirsandin hatiye armanckirin.

Erdogan bi polîtîkayên xwe yên ku dijminahiya gelê Kurd dike, hem dawiya xwe û hem jî dawiya Tirkiyeyê anî.

Lê belê divê em gelê Kurd, hêzên demokratîk ên Tirk û dostên me tim li hemberî hemû êrîşên muhtemel amade bin û tim bizanibin êrîşên faşîst têk bibin.

Hewce ye di vê mijarê de şaşî û xemsarî nebe. Bi taybet jî divê moralê xebatkarên çapemeniya azad li dijî êrîşên bi vî rengî kêm nebe.

Berovajî vê yekê divê rola xwe ya li dijî faşîzmê bi cih bînin. Tim bi bîr bixe ku çapemeniya azad nayê bêdengkirin.