Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn.
Çalakî, di roja 122’an de berdewam dike.
Malbat û xizmên girtiyan jî li gelek navedan di çalakiyên nobetên edaletê de ne.
Çalakiyên dayîkan li Amed, Wan, Îzmîr, Mêrdîn, Batman, Mersîn û Stenbolê pêk tên.
Rojane endam û rêveberên partî sazî û rêxistinan jî di nav de, gelek kes serdana çalakgeran dikin piştgiriyê didin daxwazên wan.