Pirtûka bi navê ‘Têkilî û Nakokiya Olan bi Civak û Şaristaniya Dewlet re’ wek du cild hate çapkirin.
Pirtûk ji nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser Olê hatiye komkirin, hate çapkirin.
Ev pirtûk çîroka pira çandî û manewî ye ku Rêber Apo ji bo dahurandineke rast a dîroka mirovahiyê ava kiriye.
Di pirtûkê de xwendineke kûr a mîtolojîk, felsefî û sosyolojîk ji bo têgihiştina pirsgirêka teolojiyê heye.
Rêber Ocalan di vê pirtûkê de olê ji serdestiya dogmatîzma îslama siyasî û tevgerên çepgir ên ateîst derdixe û olê di çarçoveya Îslama Demokratîk de ber bi diyardeyeke rasteqîn a çandî û civakî ve dibe.
Pirtûka bi navê ‘Têkilî û Nakokiya Olan bi Civak û Şaristaniya Dewlet re’ ji 723 rupelan pêk tê û ji parêznameyên Rêber Apo hatiye komkirin.
Ev pirtûk ji aliyê Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan ya Başûrê Kurdistanê ve hatiye amadekirin.
Li hemû pirtûkxaneyên li Başûrê Kurdistanê dikare were peydakirin.