Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê daxuyanî da û bal kişand li ser encamên hiljiartinê.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wuha ye.

Em pêvajoya piştî hilbijartinan ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê girîng dibînin.

Hilbijartinên herêmî li Tirkiyê bingeha çareseriya pirsgirêkan xurttir kirin.

Encama derketî holê firsend û derfetên girîng dan hêzên siyasî.

Em jî weke Tevgera Azadiya Kurd vê rewşê weke firsendeke girîng dinirxînin.

Weke pêwîstiya vê helwest û berpirsiyariyê, hewce dibînin ku hêvî û fikrên xwe ragihînin.

Pêşî divê em bêjin ku ev hilbijartin di rewşeke antîdemokratîk de pêk hatine.

Desthilatê bi destê dewletê serî li her cure hîle, lîstik û dekûdolabê da.

Bi taybetî jî li Kurdistanê sînorê van kirinan nebû.

Bêyî veşêrin esker, polîs û kesên paramilîter birin bajarên Kurdan.

Bi vê yekê dest danîn ser gelek bajar, navçe û bajarokên Kurdistanê û vîna gel desteser kirin.

Ev jî têrê wê nekir, bi destê YSK’ê hewl da dest deyne ser bajarên mezin ên li Kurdistanê û Tirkiyê.

Lê weke li Wanê hatî dîtin, bi berxwedana gel û piştevaniya raya giştî ya Tirkiyê rê li ber vê yekê hat girtin.

Ya rastî ew e, ku tifaqa AKP-MHP-PDK-Hîzbûl-Kontra li Kurdistanê deng ji gel negirt û ti şaredarî bi dest nexist.

Şaredariyên hatine girtin jî hatin desteserkirin.

Tevî van hemûyan jî AKP bi têkçûyîneke mezin re rû bi rû ma.

Ev jî nîşan dide, ku rewşa AKP’ê ji ya xuya dike, xirabtir e.

Tenê xwîn jê neçû, AKP veguherî miriyeke siyasî.

Encama herî girîng a hilbijartinan ew e, ku AKP bi têkçûyîneke mezin re rû bi rû maye.

Tirkiye di bin rêveberiya 22 salan a AKP û Tayîp Erdogan de veguheriye enqazekê.

Ev ne cara yekê ye, ku AKP û Tayîp Erdogan têk diçin.

Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de jî AKP têk çû û ji rêveberiyê ket.

Ev yek jî bi stratejiyên Rêber Apo û kar û xebatên hêzên demokrasiyê pêk hat.

Îro jî di têkçûyîna faşîzmê de helwesta gelê Kurd, hebûna têkoşîna li Kurdistanê diyarker bûye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser van xusûsan jî:

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hê ji destpêkê ve bi awayekî zelal û bênavber li ber mekanîzmeya darbeyê ya faşîzma AKP-MHP’ê rabûn.

Helbet helwesta Rêber Apo ya li Îmraliyê jî serkêşiya vê berxwedanê kir.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ber xwe dan.

Bi hezaran hevrêyên li zindanan li ber xwe dan.

Jin û ciwanên Kurd li dijî zexta faşîst û şerê taybet li ber xwe dan.

Gelê Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li çar parçeyan û derveyî welêt berxwedaneke mezin kir.

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî gelê Kurd ev helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan da.

Divê helwesta jiyana azad a gelê Kurd û israra wî ya ji bo demokratîkkirina Tirkiyê bê dîtin û fêmkirin.

Faşîzm bi stratejiya jiyana hevpar û berxwedana li ser vî esasî têk çû.

Vê yekê berpirsiyariya dîrokî ya hêzên demokratîk zêdetir kir.

Êdî li ser bingeha azadiya gelê Kurd, pêşxistina demokrasiya li Tirkiyê weke karê herî sereke li pêşiya me ye.

Wekî din piştî 50 salî CHP li Tirkiyê bû partiya yekemîn.

Ev yek nîşan dide, ku civaka Tirkiyê erka rêvebirina Tirkiyê daye CHP’ê.

Ji ber vê yekê wê helwest û nêzîkatiya CHP’ê ya ji niha û pê ve girîng be.

Em jî vê rewşê dîbînin û girîngiyê didinê.

Divê CHP pêşî baş fêm bike, ku ev encam çawa hatin bidestxistin.

Divê rola gelê Kurd, gelên Tirkiyê û Tevgera Demokratîk û Şoreşger a Tirkiyê ya di têkoşîna li dijî faşîzmê de bibîne.

Civaka Tirkiyê di serdema 1973’yan de destek da Tirkiyê û berpirsiyarî dayê.

Lê CHP ya bi lîdertiya Bulent Ecevît nekarî dewletperestiya hişk a netew, netewperestî û şovenîzmê derbas bike.

Niha civakê firsendeke duyemîn da CHP’ê û heke firsendê bi kar bîne, wê destekê ji civakê û hêzên demokrasiyê bigire.

Di çavkaniya tevahî pirsgirêkên Tirkiyê de neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye.

Ji ber vê yekê xelasiya ji krîzê teqez çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Divê CHP di vê rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de gavan bavêje.

Heke gavên rast bên avêtin em ê jî weke hêzên demokrasiyê yên Kurdistan û TIrkiyê destekê bidinê.

Em weke pêwîstiya berpirsiyariya xwe ya dîrokî helwesta xwe bi vî rengî nîşan didin.