Abdulcelîl Keskîn di sala 1993’an de li Merdînê hat bînçavkirin piştî 31 salan ji girtîgehê derket.

Dema 30 salê wî temam bû, diviya bû hatiba berdan, lê desteya çavdêriya îdarî tahliya wî taloq kir.

31 salan, di girtîgeha Mêrdîn, Amed, Sêrt, Aydin, Bûca, Sêwereg û Şakranê ma, herî dawiyê li Girtîgeha Depê ya Xarpêtê.

Li girtîgehê pirtûkê bi navê “Li Mekanê Pîroz Hinek Jiyan”, “Fîlmê Reş û Spî” û “Evîna Tajdîn Delal e! nivîsî.

Abdulcelîl Keskîn ji aliyê malbat û hevalê Hasan Beyret ve hat pêşwazî kirin.

Hasan Beyret jî adara par piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyê tahliye bibû.

Abdulcelîl Keskin vê peyamê da:

Her wekî ku ez niha xewnekê dibînim. Helbet piştî ev qas salên girtîgehê azadbûn pir xweş e. Mirov her çend kêfxweş jî be ji aliyekî ve xwe kêm û nebaş hîs dike. Lê belê tehliyeya min di pêvajoyeke pir krîtîk de pêk hat. Hiş û dilê min mane li ser hevalên min ên ku min li pey xwe hiştin û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan.