Xwişka Tûran Gunana, Fener Gunana 17’ê kanûnê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Meclisa Jinan a Dem partî wefata endama xwe û aktîvîsta TJA Fener Gunana ragihandibû.
Jin xwedî li merasîma wê derketin, peyamê sersaxiyê dan û li ser milan cenazeyê wê veşartin.
Derbarê wefata xwişka û kesên tevlî merasîmê bûn, birayê Fener Gunana, Turan Gunana ji girtîgeha Antalya peyam şand.
Ji ber xwedî li cenazeyê xwişka wî derketin sipasiyên xwe kir û wiha got:
Xwişka min Fener 17ê Qanuna 2023’an ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Ew yek ji wan kesayetan bû, di nava Inîsîyatîfa bi girtiyan û di nava TJA de têkoşîn dikir. Ev hevriya me ya têkoşîna azadî û demokrasî bû. Xwedî derketine we ya dostên têkoşînê, kesê peyamên sersaxiyê weşandin, em dilşad kirin. Wê hêz da malbata me. Ez li ser navê malbata xwe spasî rêheval, gel û dostan teva dikim, silav û rêzên xwe ji we hemuyan re dişînim.