Berdevka SODAP’ê Sevtap Akdag diyar ku li hemberî kirinên bêhiqûqî yên desthilatdariyê daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê demokratîk in û got, “Wê têkoşîna Bogazîçiyê li her derê belav bibe.”

Berdevka Platforma Hevgirtina Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag tevlî kampanyaya HDP’ê ya bi navê ‘Ji bo her kesî edalet’ bû. Akdag derbarê berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û qeyyûm ji ANF’ê re axivî.

Akdag diyar kir ku li hemberî wan rejîmeke tekparêz heye û got, “Hemû tiştên bêhiqûqî, zext û zorî berê li ser HDP û berxwedêran tê kirin.  Di meseleya qeyyûm de jî heman tişt pêk hat. Berê li ser şaredariyên HDP’ê dest pê kir, piştre wezîfedarkirina qeyyûman a li ser saziyên sivîl kir qanûn. Gelek zemînên demokratîk ên wekî Yekîtiya Tabîbên Tirk û Baro bûbûn hedefa wan. Yek ji van jî zanîngeh bû.”

Akdag diyar kir ku ew li bendê ne berxwedan li nav gel belav bibe û got, “Berê jî li vê derê di asta demokratîk de wezîfedarkirin pêk dihat. Lê xwendekarên Bogazîçiyê û hîndekarên wê, tevî mezûnan li hemberî vî tiştî dengê xwe bilind kirin û mûxalefeteke civakî derket holê. Daxwazên li vir daxwazên herî demokratîk in. Em li bendê ne, ev têkoşîn li nav civakê belav bibe.”