Di 21’ê Adarê de bi tevlîbûna hezaran kesî li Binarê Qendîlê Newroz bê pîrozkirin.

Ji niha de bangên ji bo tevlîbûnê tên.

Hevserokê Encûmena Germiyan a Tevgera Azadî Herêm Mehmûd diyarkir ku divê li dijî dagirkeriyê gelê Kurd çanda xwe bi parêzin û cejna Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li navçeya Çemçemalê bi peyameke bi dîmen bang li hemû gelê Kurd û welatparêzan kirin da ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê bibin.

Hunermend Mistefa Dadar jî bi peyamek bi dîmen ragihand ku ew jî tevlî Newroza li Qendîlê dibe û got;

Dîsa Newroz hat, bi Biharê re Kurdistan xemilî, em li Qendîlê bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin.

Hêvîdarim ev Newroz bibe cejna rizgariya Gelê Kurd, em bi tevlîbûna Newrozê kêfxweşin.