AVEG-KON’ê derbarê êrîşa dagirkeriyê ya li Metîna daxuyaniyek da û got:
“Li hemberî hewldanên şehîdkirina zarokên bi rûmet yên gelê me, divê em li ber xwe bidin.
AVEG-KON’ê got; Kolonyalîzma Tirk a faşîst, ji 16’ê Nîsanê û vir ve bi êrîşên hewayî û topan, li dijî Herêmên Parastina Medya, êrîşên dagirkeriyê didomîne.
Êrîşên ku beriya serdana şefê faşîst Erdogan ya li Bexdayê destpêkir û armanca wan dagirkirina herêma Metîna ye.
Şefe faşîst Erdogan dixwaze beriya serdanê zextê li rêveberiya herêmê û PDK’ê bike û daxwazên xwe ferz bike.
Êrîşên li dijî Gerîlayên Azadiyê, bi armanca tunekirina hemû deskeftiyên gelê Kurd e.
Bila guman kesî nebe. Gerillayên Azadiyê û gelê Kurd wê mina berê bersivê bidin êrîşên dagirkeiryê û artêşa Tirk têk bibin.
Divê em kolanan û her qada jiyanê bi şermezarkirina kolonyalîst û faşîzma serdemê dagirin.