Navenda Nûçeyan – Rayedarên dewleta Tirk, îro jî serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî doh, 804emîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku îro biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.

Rayedarên Dewleta Tirk, 804emîn serlêdana Parêzerên Rêber Ocalan û girtiyên din yên li Imralî red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

Dewleta Tirk, ji 27ê Temûza 2011’an û vir ve, 7 sal û 110 roj in, hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re asteng dikin.

Ji 11’ê Îlona 2016’an û heta îro, ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Çalakiya, nobeta “ji Ocalan re azadî”, ji aliyê dewleta Fransa ve, di 6ê Mijdara 2018an de hate qedexe kirin. Li gorî vê biryarê, dewleta Fransa hemû rêzeçalekiyên Kurdan û dostên wan yên heta 18ê Mijdarê qedexe kirine.