Parlamenter Başaran diyar kir, bi tecrîdkirina Ocalan re dixwazin komploya navneteweyî nû bikin û bal kişand ser girîngiya grevên birçîbûnê. Başaran got, “Divê her kes bi erka xwe rabe û bibe dengê hevrêyên me yên di greva birçîbûnê de ne.”

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bi wesîleya salvegera 20’an a komploya navneteweyî, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Başaran bi bîr xist, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal e bi rêk û pêk didome û diyar kir, dema ku komploya navneteweyî li dijî Ocalan pêk hat cîhanê tev zanîbûn ku pirsgirêka Kurd bi radestkirina Ocalan nayê çareserkirin. Başaran da zanîn, bi radestkirina Ocalan re pirsgirêk mezintir bû û wiha dewam kir: “Komplogeran xwestin krîz an jî şerekî navxweyî bixin nava Rojhilata Navîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi demê re bi hewldanên xwe yên ji bo çareserî û aştiyê, polîtîkayên komplogeran bê bandor kir û ev polîtîka veguherand çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demokratîk.”

‘OCALAN AKTOREK SEREKE YÊ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E’

Başaran destnîşan kir, hewldanên Ocalan ên çareseriyê ew gihane qonaxeke nû û wiha pê daket: “Bi vî rengî mirov dikare bêje ku komploya navneteweyî bi her rengekî hatiye têkbirin. Ocalan hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêya danûstandinan çareser bike. Li dijî vê yekê dewlet tecrîdê dişidîne. Girankirina tecrîdê jî siyasetê dixitimîne. Kengî şer gur dibe, kengî rêyên aştiyê dixitimin tecrîd jî kûr dibe. Dema ku tecrîd giran dibe şerekî kûr û berfireh li herêmê rû dide. Paşeroja gelan û ya Tirkiyeyê, ya jî jî polîtîkaya Tirkiyeyê û ya navxweyî bi rewşa Ocalan ve girêdayî ye. Ev paşeroj jî tecrîd kirine. Tecrîd û girtina Ocalan a li Îmraliyê êdî bê wate bûye. Ji ber ku êdî cihan tev qebûl dike ku Ocalan aktorekî sereke yê çareserkirina pirsgirêka Kurd e.”