Li Mêrdînê ji ber şermezarkirina tayînkirinan qeyûm 5 rojnamevan jî di nav de bi giştî li 8 kesan doz hat vekirin.Piştî ku di 19’ê tebaxa 2019’an de Wezareta Karên Navxweyî qeyûm danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, parlamenterên HDP’ê jî di nav de bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê xwepêşandanên şermezarkirinê li dar xistibûn. Di xwepêşandana 20’ê tebaxa 2019’an de polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxileyî girseyê kiribû û tundiyê li wan kiribûn. Di mudaxileyê de hin welatî hatibûn destgîrkirin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç, nûçegihana JinNewsê Rojda Aydin, rojnamevan Halîme Parlak û Nûrcan Yalçin ku dîmen û wêneyên tundiya polîsan digirtin, hatibûn bindestkirin. Her wiha Mehmet Ete, Hamza Ete û Mehmet Selîm Şîmdî jî hatibûn binçavkirin.   Destgirkirî piştî hefteyekê hatibûn berdan. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê 5 jê rojnamevan bi giştî derbarê 8 kesan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kirine” lêpirsîn dabû destpêkirin û par biryara neşopandinê ji bo wan hatibû dayîn. Vê carê jî Serdozgeriyê bi îdiaya “Li dijî qanûnê bê sîleh beşdarî civîn û meşê bûn e û tevî hişyarkirinê jî belav nebûne” dozname amade kir. Dozname ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya 1’emîn a Mêrdînê ve hat pejirandin