Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got ku “Daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ya ku li ser temamî Tirkiyeyê tê kirin û bûye wekî teşeyeke rêveberiyê, daxwaza me ye jî.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Acar Başaran di civîna çapemeniyê de ye li Navenda Giştî ya HDP’ê rojev nirxand.

Başaran diyar kir ku girtiyên di girtîgehan de 70 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û got, “Li vî welatî 70 roj in girtiyan bedena xwe dane ber birçîbûnê û li benda pêkanîna hiqûqê ne. Ji bo ku siyaseta şer û qeyyûm bi dawî bibe, dixwazin dengê xwe ragihînin rayedaran. Daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ya ku li ser temamî Tirkiyeyê tê kirin û bûye wekî teşeyeke rêveberiyê, daxwaza me ye jî. Ev daxwaza jin û gelê Kurd e, daxwaza gelên Tirkiyeyê ye jî.”

Başaran diyar kir ku bi rojan e xwendekarên Bogazîçiyê li dijî rektorê qeyyûm berteka xwe ya demokratîk nîşan didin û got, “Bi rojan e li vî welatê ku bûye komara qeyyûman ji bo pêkanîna hiqûq û edaletê û ji bo ku zanîngeh xweser û azad bibin, xwendekar berteka xwe ya demokratîk nîşan didin lê çi dema ku jin, ciwan û gel berteka xwe ya demokratîk nîşan didin, dibin hedefa desthilatdariyê.”

‘DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN WERE RAKIRIN’

Başaran, têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd jî ev nirxandin kir: “Beriya her tiştî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd lazim e ku  tecrîda giran a li ser rêzdar Ocalan were rakirin. Em ê fikrên xwe li ser çareseriya dozan Kurd a di çarçoveya destûra nû de berfireh di pêşerojê de parve bikin. Îro doza Kurdan dozeke herî girîng û mezin e li Tirkiyeyê. Em her tim rê û rêbazên çareseriyê tînin ser ziman. Îro bêhiqûqiyeke mezin heye. Li zindanan girtiyên siyasî ji bo çareseriya doza Kurd bangewaziyê dikin. Tecrîdeke giran di kesayetiya birêz Ocalan de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Doza Kurdan tê înkarkirin. Lewma ji bo çareseriyê beriya her tiştî lazim e ev tecrîda giran li ser birêz Ocalan were rakirin. Em dixwazin ev politîkayên ku Kurdan înkar dikin û li ser asîmîlasyona Kurdan tên meşandin werin rakirin. Di pêşerojê de em ê li ser makezagona nû berfireh daxwaz û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin.”

‘WERIN EM BI HEV RE DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Başaran, diyar kir ku ewê dest ji têkoşînan jinan bernedin û wiha bilêv kri: “Berê jî me  ji bo tundî û êrîşên li ser jinan, di platformên cuda de bangawazî kiribû. Me gotibû ku divê ‘Meclîs bi awayekê lezgîn kom bibe û di vê mijarê de bergiriyan bigire.’ Belê divê Meclîsa bi lezgînî kom bibe û li dijî tevkujiya jinan bikeve nava tevgerê. Hêza herî mezin a ku Meclîsê bixe nava tevgerê, em jinîn. Ji ber ku îro Meclîs ji aliyê zilamên serdest ve tê birêve birin. Em li wir in. Em Meclîsa Jinan a HDP’ê têkoşîna xwe li Meclîsê dewam bikin. Em ê li qadan, kolan û koçeyan û di hemû qadên jiyanê de têkoşîna xwe dewam bikin. Em bawer dikin ku emê bi ser bikevin. Ji ber vê, her jina ku li ber xwe dide, ji bo me  pir girîng e. Hemû jinên dest ji têkoşîna xwe bernadin ji bo me bi nirx, hêja û girîng in. Werin em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin û li dijî vê siyaseta dijminane ya li ser jinan, têkoşîna xwe ya hevpar bi rê ve birin.”