Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku ji bo rabûna tecrîdê divê gav bên avêtin, ji bo girtiyên di nava şertên pandemiyê de ketine grevê jî bê ku ziyanên mezin rû bidin bang li raya giştî kirin.

Di encama greva birçîbûnê ya sala borî ku Leyla Guven dabû destpêkirin, hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatibû. Lê di sala 2019’an de ji derveyî hevdîtina parêzeran a 5 caran û şûnde li ser agahiya li gravê şewat derketiye cara yekem bi telefonê hevdîtin pêk hat. Berî wê bi hincetên kêfî hemû daxwazên parêzeran ên berî 2019’an hatibûn redkirin. Li gel van pêkanînên kêfî herî dawî cezayê disiplînê jî li ser hatin zêdekirin.

Şert û mercên tecrîda mûtlaq a li Îmralî û dîsa greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji parêzerên Ocalan Serbay Koklu nirxand.

Koklû bal kişand rênedayîna malbat û parêzeran a dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Herî dawî bi Birêz Ocalan re em parêzer 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin kir. Di sala 2019’an de piştî rênedayîna hevdîtinê ya ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve piştî xwepêşandanên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hevdîtin pêk hatibû. Wezareta Edaletê anîbû ziman ku ji bo hevdîtina li Îmralî ti biryareke ya astengiyê tine. Lê piştî 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve rê nehatiye dayîn ku parêzer biçin Îmraliyê.”

Koklu qala hincetên rênedayîna çûna Îmralî kir û wiha pêde çû: “Tevî daxuyaniya Wezareta Edaletê û şûnde ji 23’ê Îlona 2020’ê û vir ve bê ku ti hincetek û bersivek bê dayîn tê astengkirin. 23’ê Îlona 2020’ê ji aliyê dadgeha înfazê ve mîna berî 2019’an sînordarkirina hevdîtinên parêzeran kopî kir û biryareke din a sînordarkirinê girtin. Hinceta vê biryarê jî parêznameya bi navê ‘Neşe Rê’ ya Birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a Pirsa Kurd sala 2011’an pêşkêşî DMME’yê kiribû, hate nîşandan. Parêzer Kuklu diyar kir ku piştî agahiya şewatê ya li Îmraliyê hate bihîstin û şûnde cara yekê piştî 27 salan malbatê 27’ê Nîsana 2020’ê karî bi rêya telefonê hevdîtinê pêk bîne.”

Kutlû bal kişand ser sîstema Îmralî û got: “Sîstema tecrîdê ya li Îmralî, çawa ku li ser Birê Ocalan e mîna dewama komploya navneteweyî; di şexsê Ocalan de şikandina vîn û hişmendiya azadiyê ya gelê Kurd, bi awayekî fîzîkî bikare bê nefes bihêle hatiye avakirin. Kûrkirina tecrîdê yek ji sedemê wê ev e; ‘Nexşe Rê’ û ‘ya ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rêyên demokratîk ku sala 2011’an pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kir û li gel parêznameya ‘Pirsa Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk’ e. Li aliyê din piştî ‘Mûtabqata Dolmabahçe’ ya 28’ê Sibata 2015’an û piştî hevdîtina Heyeta HDP’ê ya 5’ê Nîsana 2015’an û şûnde hemû rêyên bi cîhanê re hate qûtkirin.

Parêzer Koklu anî ziman ku di hevdîtinên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin de derketin holê ku bangên ji bo çareseriya pirsa Kurd kiri, rol û hêza wî carekî din derkete holê. Koklu diyar kir ku piştî 7’ê Tebaxê dîsa hêviyek çêbû lê desthilata ku ev yek dît, hevdîtin asteng kirin û got: “Ji xwe piştî vê di serî de li Bakurê Sûriye û li tevahî welat bûyerên ku salên 90’î tîne bîra mirov pêk hatin. Ji xwe bi vê re derket holê ku yek ji têkiliyên xurt ên pirsa Kurd û krîzên aborî û siyasî yên li welat derketin pêş. Di vê mijarê de ji ber ku nekarîn vîna Birêz Ocalan a yekane hêza çareseriyê ye bişkînin, tecrîd kûrtir kir.

Koklû bal kişand ser grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî ku 27’ê Mijdarê dayîn destpêkirin û ev nirxandin kir: “Ev yek asta tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan û dîsa cihê Birêz Ocalan ê di nava civakê de nîşan dide. Piştî 5’ê Nîsana 2105’an û şûnde enceq di encama xwepêşandanên protestoyî yên grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî pêk hatibûn. Hevdîtinên parêzeran ên 11’ê Îlona 2016’an, 12’ê Çileya 2019’an û 2019’an û şûnde di vê çarçoveyê de pêk hatin. Di nava vê salê de jî ji ber rewşa awarte cara yekê bi rêya telefonê hevdîtin pêk hat.

Halê Hazir daxuyaniyên Wezareta Edaletê, raporên Konseya Ewropa û CPT’ê li ber çavan nayên girtin. Rewşa girtiyên siyasî yên ku di nava pêkanînên giran de ne, mirov diêşîne. Lê dema mirov lê dinêre, daxwazên wan rewa û qanûnî ne. Li gorî sîstema hiqûqî ya Tirkiyeyê ji bo bikaranîna mafê hiqûqî yê ev qas hesanî serî li xwepêşandanekî protestoyî dayîn, bi êş e. Di vê mijarê de em parêzerên Birêz Ocalan carekî din ji bo rayedar û raya giştî ya dubare dikin. Bê ku ziyanên mezin rû bidin, divê raya giştî hê zêdetir hesyar be, rayedar jî dawî li van pêkanînên tecrîdê yên derveyî hiqûqê bînin.”