Hunermendên Kurd bal kişandin ser zerara mezin a şerê navxweyî bide Kurdan û gotin, “Ne bi şerê nav xweyî, tenê bi yekitiya neteweyî serketin dikare pêk were.”

Nerazîbûna li dijî pirsgirêk û rageşiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a ku dixwaze li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê biafirîne û kûr bike dewam dike. Gumanên der barê vê rewşê her zêde dibin. Hunermendên Kurd nerazîbûn nîşanî bûyerên provakatîf ên PDK’ê dan û ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin.

‘TIRKIYE DIXWAZE ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DERXE’

Hunermend Azad Bedran anî ziman ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê xebatek girîng û pîroz ji bo yekitiya neteweyî hate meşandin û got: “Weke hunermendên Kurd me jî di vê xebatê de cih girt û gihişt heta astekê. Lê destên qirêj ev yek xerakirin û ketin nava lîstokek mezin. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze di nava Kurdan de şerekî navxweyî derxe. Ti carê Kurd ewqas nêzî azadiyê nebûne, cara yekem e ku em ewqasî nêzî serketin û azadiyê ne. Lê mixabin ji ber berjewendî û daxwazên dagirkeran ên li ser Kurdistanê dibe şerekî navxweyî derbikeve.”

‘DIVÊ PDK NEYÊ LÎSTIKÊ’

Bedran da zanîn ku divê ji hemû bûyerên provakatîf dûr bên rawestandin û wiha pê de çû: “Ji bo ti tiştî ne direnge, weke hunermend, welatî û civaka Kurd em dikarin pêşiya şerekî navxweyî bigrin. Divê Başûrê welêt neyê lîstika dagirkeran. Eger armanc yekitî be, divê ji bûyerên provakatîf dûr bên rawestandin. Ji xwe welatê me hatiye parçekirin û em bi xwe jî di nava xwe de dikin sed parçe. Kesên ku xwe weke siyasetmedar, hunermend û nivîskar bang dikin û dibêjin mafê hinek partiyan nîne li vir be û lazime ji vir derbikevin. Mafê ti kesê nîne ku ji bo partiyek Kurdistanî bibêje ji ser axa Kurdistanê biçe. Ev bêexlaqiya herî mezin e û gelê Kurdistanê vê yekê qebûl nake. Weke Apê Seydayê Cigerxwîn dibêje, ‘Eger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek’ bi vê boneyê ez bang li hemû partî, rêvebir, rêxistin û bi taybetî jî rêvebirên PDK’ê dikim ku neyên lîstikên dagirkeran û ji bo yekitiya neteweyî bixebitin. Dem ne dema şer e, dem dema serketin û azadiyê ye.”

‘EGER KURMÊ DARÊ NE JI DARÊ BE’

Bedran zimanê provakatîf ê PDK’ê û zimanê çapmeniya wê rexne kir û wiha got: “Nêzîkatiya PDK’ê û zimanê çapemeniya wê ne zimanê çêkirinê ye, zimanê wan ji bo xirakirinê ye. Divê ev ziman ne zimanê xirakirinê be û zimanê biratî û yekitiya Kurdan be. Gotinek pêşiyên me Kurdan heye û dibêjin, ‘eger kurmê darê ne ji darê be dar narize’. Divê li dîroka xwe binerin û hişê xwe bînin serê xwe. Kesên di nava PDK’ê de siyasetê dikin tên lîstoka dagirkeran. Dijminê me Kurdan hemû yek e, lê em ne yekin. Eger em yek bi yek werin lîstika van polîtîkayên qirêj wê em ne sed parçe bin, em ê bibin hezar parçe. Ez weke hunermendekî Kurd polîtîkayên PDK’ê bi tundî rexne dikim û divê dest ji vê polîtîkayê berde. Ji bo Kurdan yekîtî, yekîtî û yekîtî pêwîst e. Li ser vê axa pîroz bi hezaran şehîd hene, gerîla û pêşmerge jî nirxê herî mezin ên Kurdanin. Em Kurdin û ti ferqa me ji hevdû tineye.”

‘ÊŞA ŞERÊ BIRAKUJIYÊ HÎNA PIR TAZE YE’

Şanoger Perînaz Delazî jî anî ziman ku di dîroka gelên Kurdistanê de ti carî şerê birakujiyê ji bo Kurdan yekitî, azadî û serketin neaniye û got: “Êşa şerê birakujiyê yê salên 1990’î ku xwîna Kurdan rijiya hê pir teze û nû ye. Tevî ku hê ev êş bi dawî nebûye, pêwîste êşên nû dernekevin holê. Li Başûrê Kurdistanê hevkariyeke bi dewleta Tirk re, tenê ne ji bo Başûr ji bo her çar parçeyên Kurdistanê wê bibe sedema tehlûkeyê. Her wiha bi vê re tenê wê berjewendiyên Kurdan ji dest neçin, wê Kurd bikevin nav pêvajoyeke qirkirinê. Hemû dinya li hemberî me ye û em bi xwe jî li hemberî hev in. Li dewsa Kurd ji bo yekitiya neteweyî bixebitin, hin partiyên Kurdan li pey berjewendiyên şexsî ne û bi dagirkeran re di nava hevkariyê de ne. Divê Kurdistanî hemû teqez li hemberî polîtîkayên PDK’ê yên li Başûr derkevin. Wê dîrok ti carî vê hevkariyê efû neke. Heta ku em yekitiya xwe ava nekin, wê destketiyên me yek bi yek ji dest biçin. Divê berî rojekê ji bo yekitiya neteweyî gav bên avêtin.”

‘SIYASETEK ERZAN Û ŞER’

Şanoger Ferhat Aslan jî bertek nîşanî polîtîkayên PDK’ê yên li dijî Kurdan da û ev tişt got: “Bûyerên provakatîf û polîtîkayên PDK’ê ne nû ne û xwe dispêre salên 1990’î. Dagirker ketiye nava Kurdan û dixwaze Kurdan bi Kurdan bide şikandin. Divê ti partî û rêxistinên Kurdan neyên vê lîstikê. Berî çend rojan hinek kesan bi navê rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd daxuyaniyek a şer da û partiyên Kurdan tewanbar kirin. Lê mixabin ti eleqeya van kesan bi rewşenbirî û ronakbiriyê re tineye. Ev ew kes bûn bi pereyan hatine kirîn. Ev kes jî xebatkar, kuafor, nanpêş û çend kes bûn. Ev kes bi erzanî hatine kirin û di warê Kurdîbûnê de ti eleqeyan wan tineye. Çapmeniya PDK’ê jî weke ronakbîr nîşan dan. Ev şermek herî mezine. Divê çapemeniya PDK’ê dest ji van polîtîkayên erzan û şer berde. Divê berî her tiştî ji bo yekitiya neteweyî bixebite.”  

‘DI VÊ DEMÊ DE PÊWÎSTÎ BI YEKITIYA NETEWEYÎ HEYE’

Şanoger Şîlan Alagoz jî destnîşan kir ku tiştekî bi qasî Kurd xwîna Kurd birijîne bi êş nîne û wiha got: “Eger di nava hezên Kurdan de şerek derbikeve wê texrîbateke mezintir derxe holê. Pêwîste mirov di vê xisûsê de hesas tevbigere. Divê mirov armancên hêzên hegemon ên li ser erdnîgariya me fêm bike. Tirkiye hem di nav sînorên xwe hem jî li derveyî sînorên xwe dixwaze Kurdan bifetisîne. Naxwaze Kurd nefesê bistînin û der barê paşeroja xwe de biryar bigirin. Li kîjan qadê destketiyên Kurdan hebin dixwaze ji holê rake. Tirkiye hemû polîtîkayên xwe li ser dijbertiya Kurdan dimeşîne. Divê li hemberî vê têkoşîn û xebata partî û hêzên Kurd de paşeroja azad a Kurdan, jiyana azad a Kurdan, berjewendiyên hevpar, tayînkirina çarenûsa xwe ya Kurdan li pêş be. Lewma partiyên Başûrê Kurdistanê pêwîst e li ser van esasan tevbigerin û di van mijaran de hesas bin. Di vê demê de yekitiya neteweyî ya Kurd elzem e û divê her rêxistin, partî û Kurdek ji bo yekitiya neteweyî bixebite û bi yek dengî li dijî bûyerên provakatîf derkevin. Ne bi şerê navxweyî, tenê bi yekitiya neteweyî serketin dikare pê were.”