Sedanûr Ûgûr û Sibel Orkmez di dema protestoyên Wanê de hatibûn girtin û ew şandibûn girtîgehê.

Binpêkirinên maf û tundiya di girtîgehê de li Ûgûr û Orkmez hatiye kirin li ber Girtîgeha Jinan a Şakranê hate şermezarkirin.

Li gel girse, parlamenterên DEM Partî, Perîhan Koca û Bûrcûgul Çûbûk jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di çalekiyê de, Endama Partiya Azadiya Civakî -TOP Melek Bakşî axivî û got;

“Em weke kesên vîna gel, komara demokratîk û sosyalîzmê diparêzin li vir in.

Girtîgehên li Tikriyê û Bakurê Kurdistanê veguherîne makîneya suc.

Em ê heta azadiyê têkoşînê bikin.

Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca jî axivî, anî ziman ku girtîgeh ji ber tecrîdê veguherîne îşkencexaneyan û got;

Hevalên me, mafê xwe yê qanûnî yê herî bingehîn bikaranîn û li dijî xespê bi gelê Wanê re ketin nava piştevaniyê.

37 roj in bi rêbazên cuda yên êşkenceyê bi fermana siyasî girtî ne,

Li girtîgehê ewlehiya canê hevalên me nîne. Divê hevalên me demildest werin berdan.

Parlamentera DEM Partiyê Bûrcûgul Çûbûk jî axivî û got; Hevriyên me Seda û Sîbelê ji ber ku piştevaniya gelê kurd kirin hatin girtin.

Ji ber wê yekê me silav û hezkirinên milyonan ji wan re anîn. Wê faşîzm têk biçe.