Endamê KNK’ê û Hevserokê Eniya Gel a Demokratîk Kamûran Berwarî serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî ya li Tirkiyeyê nirxand û got, “Eger hikumeta Başûr helwestê nîşan nede wê Başûr bi temamî bê dagirkirin.”

Endamê KNK’ê, Hevserokê Eniya Gel a Demokratîk a li Başûrê Kurdistanê û hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî ya li Tirkiyeyê nirxand.

Berwarî diyar kir ku sedema serdana El Kazimî ya li Enqereyê daxwaza madî û manewî bû û got, “Bid îtina min ji bo daxwaza piştgiriyê ya aborî û siyasî ji bo Iraqê bike, hevdîtin hate kirin. Bi rastî jî rewşa dewleta ıraqê ne baş e; hem di nava gel de pirsgirêk hene û çalakî tên lidarxistin, dibe ku ev çalakiyên protestoyî li tevahiya Iraqê belav bibin, hem jî gengaz e ku bi destê welatên cîhanê şerek li Iraqê bê destpêkirin. Lewma baweriya gelê Iraqê bi dewleta xwe nameye.”

LI SER ÇI AXIVÎN?

Berwarî diyar kir ku hevdîtinên navbera Tirkiye û Iraqê carna bi rengê du alî carna jî bi tevlîbûna Îranê re bi awayekî sê alî pêk tên û wiha dewam kir:

“Tê zanîn ku ev hevdîtin û lihevkirina wan timî li dijî destketiyên gelê Kurdistanê ye. Lê belê di hevdîtina vê carê de dibe ku li ser çend mijaran rawestiya bin, beşek jê ji xwe di çapemeniyê de eşkere bû. Yek ji mijarên hevdîtinê li ser rêveberiya Şengalê, ya duyemîn li ser PKK’ê, ya sêyemîn li ser meseleya avê, ya çaremîn li ser vekirina deriyên nû, ya pêncemîn jî li ser lêgerîna li rê û rêbazên serweriya navbera Rojava û Başûr (kêmkirina bandora hikumeta Başûr) bû. Her wiha tê texmînkirin ku mijarên danûstandinên petrolê, çareserkirina meseleya vîzeyê ya navbera her du welatan, cihdayina ji şîrketên Tirk ên ku Iraq xera kirin hatin nirxandin. Ne diyar e ku di van mijaran de li hev kirine yan na. Diyare li hev nekirine.”

Berwarî got, “Encama hevdîtinê wê tiştekî baş nebe, Tirkiye dixwaze Iraqê ji bo xwe bi kar bîne” û destnîşa nkir ku ev yek jî wê rewşa Iraqê bêhtir nebaş bike. Berwarî hişyarî da ku “pêvajoyeke nebaş” li benda Iraqê ye û anî ziman ku rêveberiya Kazimî ya ku di demeke kurt de bû desthilatdar, erk û bandora xwe nîne ku ji aliyê stratejîk ve mohra xwe biavêje binê peymanan.

Berwarî daxuyaniya Waliyê Duhokê Elî Teter a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê jî nirxand û got, “Dibe ku Serokkomarê Tirkiyeyê ji Waliyê Duhokê xwestibe ku mîna Şengalê heman rewşê bîne serê Kampa Mexmûrê. Ji ber ku Kampa Mexmûrê her tim tevlî pîlanên Tirkiyeyê û Iraqê yên li dijî Kurd û Kurdistanê hatiye kirin.”

‘JI BO KURDAN WÊ ENCAMEKE BAŞ JÊ DERNEKEVE’

Berwarî diyar kir ku hevdîtinên navbera Tirkiye û Iraqê ti carî bi kêrî Kurdan nayên, hevdîtina dawî jî wê ji bo PDK’ê jî bibe pirsgirêk, ji ber ku hewldanek li ser girtina Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl heye. Berwarî destnîşan kir ku bazirganiya navbera Tirkiye û Başûr wê ji ber vê yekê derbeke mezin bixwe û wiha dewam kir:

“Divê ev yek bi rengekî eşkere bê gotin; dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji aliyê aborî, leşkerî û civakî û siyasî ve Başûr dorpêç kiriye. Ji ber ku ev mesele ne tenê dagirkeriyek li ser Şengalê û Rojava ye, dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike. Dibe ku her dewlet gefê li rêveberiya Başûrê Kurdistanê bixwe yan jî daxwazên xwe jê hebe, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku rêveberiya Başûr serê xwe li ber her daxwaz an jî gefê bitewîne, divê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li dijî vê yekê helwestê nîşan bide, naxwe armanc diyar e; ew jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Eger helwestek, nerazîbûnek nebe wê bigihêjin armancên xwe. Naxwe wê destketî hemû ji dest biçin û mîna di dîrokê de pêk hat wê çarenûsa Kurd û Kurdistanê bikeve destê van dewlet û hêzan.”