Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Geliyê Kersê ya Şingalê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Şahî bi dirûşmeya ‘Bi yekitiya Êzidiyan û bi ruhê Çarşema Serê Nîsanê em ê xweseriya Şingalê ava bikin’ hate pêkanîn.
Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şingalê Naîf Şemo axivî û got;
Yek jê roja me ya girîng û pîroz jî Çarşema Serê Nîsanê ye.
Ji ber ku di vê rojê de cîhan hatiye afirandin.
Em weke Rêveberiya Xweser vê rojê li hemû Êzidî û cîhanê pîroz dikin.
Em vê cejna pîroz li serokê xwe pîroz dikin û berxwedana li Îmraliyê silav dikin.”
Piştî axaftina vekirinê Koma Çiyayê Şingal stran gotin.
Piştre peyama Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin.
Di peyamê de cejna Êzidiyan hate pîrozkirin û wiha hat gotin:
“Em hêvî dikin ku ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi destxistina xweseriya Şingalê.
Em hêvî dikin ku sala bê her kes bi azad vê cejnê pîroz bikin.”
Piştî peyamê têkildarî girîngiya rojê şanoyek hate lîstin û helbest hatin xwendin.
Şahiya Çarşema Serê Nîsanê, bi girêdana govendê dewam kir.