Gerîla Mazlûm Dogan diyar kir ku ew di nava şert û mercên giran de li dijî dijminê xwedî teknîka mezin şer dikin û got, li Heftanînê wê berxwedan dewam bike.

Mazlûm Dogan ê ku li Cenga Heftanînê şer dike, diyar kir ku wê rê nedin pêşveçûna operasyona dagirkeriyê.

Gerîla Mazlûm Dogan ji ANF’ê re axivî, bal kişand ser teknîka giran a li Cenga Heftanînê tê bikaranîn û bi bîr xist ku berxwedana wan a ku di nava şert û mercên giran de tê meşandin kêm maye ku salekê li pey xwe bihêle. Mazlûm Dogan diyar kir ku li dijî van êrişan, ew bi rêbaz û taktîkên nû şer dikin û hem li hemberî şert û mercên giran li ber xwe didin, hem jî li dijî teknîkê.

Gerîla Mazlûm Dogan ragihand ku wê heta dawiyê Heftanînê biparêzin û destnîşan kir, îrade û baweriya wan xurt e, taktîk û rêbazên wan dewlemend e. Bi dewamî got, “Dibe ku dijmin li ser hin giran bi cih bû be, lê belê em ê timî li dora wan gira bin, li pişt û pêşiya wan bin.”

Gerîla Mazlûm Dogan diyar kir ku wê ji dijmin dûr nekevin û got, “Dijmin li ku be em ê nêzî wan bin. Heta niha me timî bi vî rengî şer kir. Ev ceng dibe ku demeke dirêj dewam bike, bila dewam bike. Ji bo derbê li dijmin bixin em timî amade ne. Em ê nehêlin ku ev operasyona dagirkeriyê bi pêş ve biçe. Dijmin wê nikaribe bigihêje armanca xwe.”

Gerîlayê  HPG’ê Mazlûm Dogan bal kişand ser rola mezin a gerîlayên YJA Starê ya di nava Cenga Heftanînê de û got, “Îradeya pêşengiyê û biryardariya hevalên jin, her tim ji bo me bû moral û hêz di vî şerî de.”