Berxwedana greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja 135’an de ye. Serdanên ji bo berxwedêran didome.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 14 aktîvîstên li Strasbourgê di roja 135’an de ye. Rewşa tenduristiyê ya çalakgeran roj bi roj giran dibe. Doktor dibêjin, rîsk zêde bûye ku encamên neyînî rû bidin.

Serdana Kurdan û dostên wan ên ji bo çalakgeran jî didome. Komek ji bajarê Draguignanê yê Fransayê roja Sêşemê serdana berxwedêran kir.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Draguignanê Leyla Demîrcî piştî serdanê axivî û diyar kir, ew bi serdana çalakgeran serbilind in û fikarên xwe yên li ser rûdana rewşeke neyînî ya tenduristiya çalakgeran anî ziman.

Demîrcî diyar kir, gelê Kurd divê bi rengekî topyekûn li dijî tecrîdê rabin ser piyan.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê jî ji bo 1’ê Gulanê ku wê roja Çarşemê bê pîrozkirin bang li Kurdan kir ku bi xurtî tevlî bibin.

Çalakiya 1’ê Gulanê wê li meydana Lattre de Tassigny a Strasbourgê pêk were.