Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra-Gel, bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran banga xurtkirina têkoşînê kir û xwest, bersiv ji berxwedana grevên birçîbûnê re bê dayin.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra-Gel daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Em 1’ê Gulanê Cejna Karkeran ku roja piştevanî û yekîtiyê ya karkerên dinyayê ye, pîroz dikin. Bi wesîleya vê yekê, em şehîdên berxwedanê yên 1’ê Gulanê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, karker, kedkar û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, di nava krîza giran a aboriyê de ku ji ber polîtîkayên şerê topyekûn ê li dijî gelê Kurd rû daye û bi berxwedana bêhempa ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, 1’ê Gulanê Cejna Karkeran pêşwazî dikin.

Kongra-Gel destnîşan kir ku çalakiyên 1’ê Gulanê ji ber vê yekê divê bibin qadên tifaqa herî berfireh a gelan a li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Sibe 1’ê Gulanê ye. Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir di roja 175’an de ye. Greva birçîbûnê bi tevlîbûna bi hezaran kesî veguheriye berxwedaneke bêhempa. Ji berxwedêrên greva birçîbûnê komek ji 15 kesan çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Bi vê yekê re berxwedana greva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû bû.

Peyama destpêkê ya berxwedêrên greva birçîbûnê ji bo gelê me ye. Ji ber ku heta gelê me bi hêz ranebe ser piyan wê raya giştî nekeve nava liv û tevgerê. Ji bo bidawîbûna tecrîdê, hilweşandina faşîzmê, azadiya gelê Kurdistanê û demokrasiya gelên Tirkiyeyê divê em bi hev re ji faşîzmê re bêjin ‘Êdî bes e’. Pêvajoya heyî pêvajoya têkçûna faşîzmê ye. Êdî derfet nîne ku polîtîkayên sed salî yên tekparêz ên li dijî gelê Kurd tên meşandin bidomin.

Divê hêzên demokrasiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê li qadên 1’ê Gulanê têkoşîna li dijî faşîzmê xurt bikin, hêviya karker, kedkar, jinan û gelên bindest mezin bikin û bersivê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê. Ji ber ku bidawîbûna tecrîdê tê wateya pêşîvekirina li demokrasî û azadiyê.”

Di dawiya daxuyaniyê de 1’ê Gulanê li karker, kedkar û gelên bindest hate pîrozkirin.