Gerîla Ararat li gelek qadên gerîla me, li dagirkeran rast hat. Û rawestgeha destpêkê ya ebediyetê Heftanîn bû. Bi berxwedana xwe, dagirker poşman kir.

Dem hatiye. Dem û cih cuda jî be eger dil êşa dilekî din ji kûrahiyê ve hîs dike, ev yek nîşan dide ku em li ser rêya wateyê ne. Hingî ji bo ji te re bê nivîsandin pêqwîstî bi wateyê heye, ne bi girî. Tu dibêje îro ew roj e, xakê hembêz dike û dilê xwe ji ebediyetê re vedike. Ji ber ku tu zane ku ev ne bidawîbûn e, dibe ku destpêkeke nû be. Divê mirov ji mirinê netirse, ji axbûnê netirse. Ji veguherîna ji tiştekî din netirse. Di kêliyên wiha de divê mirov netirse ku veguhere çûkekê, kevokekê, kevirekî, darekê, pelekî. Qanûna xwezayê wiha ye. Qanûna jiyana azad wiha ye. Qanûna gerîla wiha ye. Qanûna mirovbûnê wiha ye. Ya rast wiha ye. Ya rast ew e ku mirov rastiyê bi vî rengî qebûl bike.

Bi keziyên xwe yên hûnandî, bi dengê xwe yê bedew gerîlaya Serhedî ya bi sekna xwe ya bi serbilindî. Dema ku min kameraya xwe vekir ew li pêşiya min bû. Tevî yek ji şehîdên Heftanînê Welat Dêrik li binê darekê li benda min bûn. Bi bezê çûm gel wan. Gotibûn, “Îro 27’ê Mijdarê ye, em ê ji bo PKK’ê bistirên û roja ku Kurd azad bûn pîroz bikin. Tu yê nikaribe dîmenê me bikişîne, dema ku me stran gotin.” Min jî ji wan re gotibû, “Bêguman ez ê bikişînim, ev kamera ji bo we ye, ji bo dîmenê we bikişînim.” Û ji bo bêdawî dîmenê we bikişîne wê di xizmeta we de be. Wê demê min strana wan kişand ku bi kelecan û bedewiyeke mezin gotin.

Ew kêlî tê bîra min, dara ku li biniya wê rûniştibûn, awaza ku min lê guhdarî dikir, kelecan û daxwaza wan. Gerîla Heftanîn dema ku bihîst wê biçe Heftanînê gotibû, “Heval ez diçim xaka ji heft rengan, diçim heft rengan, cihê berhemdarî, baran, berf, reng, darên bedew. Diçim Heftanînê, kî dixwaze were bila bê.” Tevî gerîla Welat Dêrik bi ken rahişt çenteyê xwe û bi rê ketin. Ev kelecan û daxwaz ji rêzê nebû. Ev ne eşqa şer, ne daxwaza şer bû. Ev yek baweriya jiyana azad a bi şer re bû, baweriya azadiya bi şer re bû. Niha her du jî bûn du lehengên di dilê gerîla û şervanên li Heftanînê.

PÊŞÎ LI DIJMIN GIRT

Ev yek qanûneke jiyana azad e û pêk anîn. Fedayîtî, lehengî, îrade, daxawz, rûmet û bilindahiya herî mezin şehadet. Ev lehengên mezin biryarê didin ku bi çi rengî şehîd bibin. Bi şer, bi nîşandana hêrsa xwe, bi parastina hezkirinê, bi bicihanîna qanûnên adîl û şerê bi exlaq. Dema ku li dijî dijmin şer dikir, ti carî ji baweriya xwe tawîz nedidan. Zanîbûn ku rojekê wê gora wan jî nebe û nehêlin ku bi rehetî li gora xwe jî razên. Gelo ev ne lehengî be hingî çi ye? Pêşî li dijmin digirt. Gerîla Ararat bi berxwedana xwe ya ebediyetê jî dagirker poşman kir.

Gerîla Ararat berê li gelek qadên gerîla me, gelek caran li dagirkeran rast hat. Rawestgeha wê ya herî dawî rawestgeha nemiran Heftanîn bû. Ararat xwe bi heft rengan xemiland. Bi sorbûna payîzê, bi keskahiya biharê, bi spîbûna zivistanê û bi rengê zer ê havînê xemiland û dijmin fetisand.

Di 25’ê Hezîranê de li qada Şeşdarayê di mintiqeya Tunelê de li dijî dijmin sîng bi sîng şer kir û tevî gerîla Esmer û Bêrîvan bi pêş ve çû. Pêşî li pêşveçûna dijmin girt. Hîn jî dijmin hewl dide li qada Şeşdarayê bi pêş ve biçe. Berxwedana gerîlayên YJA Starê ya li wê derê mîna kevirekî li ser dilê wan rûnişt.