Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, rêxistiniya jinan, bi rêya komunên jinan, mala jinê, meclîsa jinê û komîteyên jinê xwe hîn xurt dike. Endama Koordînasyona Helebê ya Kongra Star Fehîme Hemo anî ziman, hêza ku civakê bi rêxistin û perwerde dike, jin e.

Endama Koordînasyona Helebê ya Kongra Star Fehîme Hemo ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 1990’î de çû Helebê, bi gelek malbatên welatparêz re yekser hevdîtin kir û bi rêxistin kir.

Fehîme Hemo diyar kir ku jinan destpêkê bi karên girseyî zend û bend ba dan, piştre hewl dan xwe bigihînin malbatan û jinan û got, “Di sala 2011’an de heta krîza Sûriyeyê jinan li ser vê mîrateyê kar dikirin û xwe bi rêxistin dikirin.”

Fehîme Hemo diyar kir ku komunên jinan di sala 2015’an de hatin avakirin û got:

Li gorî pêwîstiyên komunan komîte têne avakirin. Komîteyên perwerde, tenduristî û ciwanan dibin esasê her komunê.

Armanca me ya esasî ji komunan afirandina civakeke hîn rêxistinbûyî ye. Bi rêya komunan em dikarin xwe bigihînin her beşa civakê. Komunên ku civakê perwerde, bi rêxistin dike û dibe hêza çareseriyê, bingeha civakê ye.