Parlamentera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp da xuyakirin ku, avakirina siberoja gelên Tirkiyeyê ya bi ewle, wê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan be.

Yîgîtalp ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku, bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, ji bo xweşiya gelên Tirkiyeyê, daxwaza gelê Kurd a statuyê û siberoja wan a bi ewle, ferz e.

Sibel diyar kir, “Tecrîda li ser Birêz Ocalan di li nava civakê wek şerekî tê nîşandan û da zanîn ku yên li ser şer, gel kirine dijminê hev û kûrkirina krîza aborî xwe xwedî dikin hene, ji bo şîdet bi dawî bibe û aştî pêk were, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe.”

Siyasetmedar Sibel Yigîtalap, diyar kir ku girtiyan li dijî pergala tecrîdê helwest nîşan dane û got,

”Girtî dernakevin hevdîtina malbat û telefonê, dadgehan boykot dikin û hewl didin bi vê helwesta xwe re balê bikêşin ser tecrîda li ser Birêz Ocalan. Niha, yekane rêya ku gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn ji vê rewşê tundiyê rizgar bibin, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, misogerkirina azadiya wî û di demeke herî nêz di destpêkirina pêvajoya muzakereyê ye.”