Parlementerên DEM Partî 7’ê Kanûna 2023’yan ji bo tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê dabûn.

Di serlêdanê de bi berfirehî qala tecrîdê û encamên wê hatibû kirin.

Muduriyeta Zindanan a Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk bersiv da vê serlêdanê.

Muduriyetê tevî ku 38 meh in ti agahî nayê wergirtin jî, dereweke mezin kir û got:

“Girtiyên li Îmraliyê bi awayeke wekhev tevahiya mafên xwe bikar tînin.”

Li hember vê derewa eşkere Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku di serlêdana parlamenteran de buyerên ji 2011’an ve û agahînegirtina 38 mehan hatiye pirsîn.

Lê di bersiva wezaretê de nirxandin bi 2023’yan hatiye sînorkirin.

Daxuyanî wiha didome;

“Di bersiva wezaretê de hatiye îdiakirin ku ‘Ji bo qala tecrîdê were kirin divê têkiliya girtî ya bi parêzer, malbat û girtiyên din re bi temamî ji holê bê rakirin.’

Wezareta hewl dide sînorên dawî yên pêkanîna tecrîdê diyar bike.

Di sala 2023’yan de yek parêzer û endamên malbatê neçûne Îmraliyê.

Weke di sala 2022’yan de û di sala 2024’an de jî berdewam dike.”

Di daxuyaniyê de hevdîtinên ku bi Rêber Apo re di salên berê de hatine kirin tê bibîrxistin û wiha dewam dike;

“Ya girîngtir jî tevî ku cezayê 30 salan li birêz Veysi Aktaş hatiye birîn di 28’ê nîsana 2024’an de temam bûye jî, bi biryareke îdarî û keyfî nayê berdan.

Îtîraza me ya 2’yê gulana 2024’an ji bo Veysî Aktaş jî, nehate qebûlkirin.

3. Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê serlêdana me red kir.”

Parêzeran di daxuyaniyê de xala 59’an a qanûna bi hejmara 5275’an bibîr xist û got;

“Bi vê xalê serdana parêzer a li girtîgehê bi giştî tê sererastkirin.

Tekane sedema vê pêkanînê, ew e ku birêz Veysî Aktaş û Îmrali, hem li derve hem jî li giravê bê parêzer bimînin.

Ev asteke nû ya pratîka darazê ya li Îmraliyê ye.

Di demekê ku nîqaşên destûra bingehîn didomin, dibînin ku destûra bingehîn a nû li Îmraliyê xwe daye der.”

Parêzeran herî dawî ev bang li wezaretê û daraza Îmraliyê kir;

“Dawî li şaşiyên mutleq ên li derveyî rêziknameya hiqûqî bînin.

Dawî li biryarên ku azadiyê xesp dikin binîn.”