Parêzerê Îtalî yê bi navûdeng Ezîo Menzîone, derbarê tecrîdê de ji ANF’ê re axivî û got;
“Li seranserê cîhanê mînaka tecrîda li ser Abdullah Ocalan tune ye.”
Ezîo Menzîone bibîr xist ku tecrîdeke di vê astê de ji aliyê exlaqî ve dermirovî ye û tu aliyên wê yên qanûnî tune ye.
Parêzerê Îtalî wiha dewam kir;
“Hemû welat tecrîdê dizanin lê belê tecrîdeke evqasî giran nizanin.”
Di dewama axaftina xwe de Parêzerê Îtalî, diyar kir ku CPT derheqê şert û mercên li girtîgeha Îmraliyê û rewşa Ocalan de xwedî vîzyonekê ye û got;
“Divê em zorê li CPT’ê bikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û derqanûniya li Îmraliyê bi dawî bike.”
Herî dawî jî parêzerê Îtalî Ezîo Menzîone, da zanîn ku dewleta herî zêde biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê binpê dike Tirkiyeye û got;
“Ji bo ku Tirkiyeyê neçar bikin van biryaran bi cih bîne, divê em rêyên hiqûqî û siyasî peyda bikin.”