Çalakgerê grevê Îba tedawî red kir

Çalakgerê greva birçîbûnê Yûsûf Îbo rehetsiz bû û rakirin nexweşxaneyê. Îba li nexweşxaneyê tedawî red kir û çalakiya xwe didomîne.

Di seatên şevê de ji ber tengbûna dil, recifîn û vereşanê Îba rakirin nexweşxaneyê. Îba yê ku  beriya niha jî xwîn jê diçû û 13 kîlo windakir xwestin mudaxele bikin, lê Îba tedawî qebûl nekir û çalakiya xwe didomîne.

Bijîşkan ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Îba di astekî kirtîk de ye û gotin ku divê Îba dibin kontrolê de bimîne. Îba diyar kir ku heta ku tecrîd neyê şkandin bi ti awayî tedawî û mudaxleeyê qebûl nake.

Îba bi domdarî got; “Yê ku jiyana azad û nû afirandî û me li vir dide jiyîn, jiyanekî bê Serok Apo li me heram e û em ê ji dijmin re bikin zindan. Berxwedana me wê tecrîdê bişkîne û me bigihîne biharê.”