Elewiyekî Tirk û şoreşger Ozkan Ozdemîr jî li Parîsê tevlî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger bû, ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd were şikandin dabû destpêkirin  û piştre berbelav bû.

Ozdemîr diyar kir armanca çalakiyê ew e ku li dijî komkujiyên li ser Anatolî, Kurdistanê û Mezopotamyayê yên li ser gelan û baweriyan ew bibêjin, êdî bes e.

Ozkan Ozdemîr ku Tirkekî Elewî û şoreşger e û endamê Konfederasyona Koçberên Çewisandî yê Ewropayê (AvEG-Kon) ye, greva xwe ya birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger li Komeleya Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî (ACTÎT) didomîne.

Ozdemîr ji Elbîstanê ya Meraşê ye, Tirk û Elewî ye û ev 15 sal in li Ewropayê dijî û xwe mîna ”şoreşger û sosyalîst” pênase dike.

Li ser sedema bê ka çima dest bi greva birçîbûnê kiriye, Ozdemîr dibêje, wî êrîşa dewletê ya li ser Kurdan û kedkaran hîs kiriye, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê mîna tecrîda li ser şexsekî nabîne û  tecrîd li ser şexsekî be jî, bi çarçoweya çand û jiyana ku ew dixwazin ava bikin divê ew li dijî tecrîdê bin.

Ozdemîr li ser rêbaza greva birçîbûnê dibêje, ‘Greva birçîbûnê her çendî mîna têkoşîneke pasîf were dîtin jî, ez wiha nafikirim, berevajî vê difikirim. Ez mîna çalakiyeke pir aktîf dibînim” û didomîne, ”Min ev pirs ji welatparêzekî Kurd pirsîbû ku darbeya 80’î gelek caran ketibû greva birçîbûnê û wî gotibûyê, ji bo ku kesayatiya xwe û rûmeta xwe biparêzin ew ketine greva birçîbûnê.” 

Ozdemîr bi berdewamî diyar dike ku ew bi temamî vê fikrê rast dibîne, mijarê tîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dibêje, ”Mînak, ez tecrîda li ser Rêzdar Ocalan mîna tecrîda li ser xwe dibînim. Ji vî alî ve jî, greva birçîbûnê hewldana wê ye ku karekterê xwe û rûmeta xwe biparêzim.”

Li ser sedema bê ka çima yekî mîna wî karker, kedkar, sosyalîst dikeve greva birçîbûnê Ozdemîr balê dikişîne ser komkujiyên li ser gel û baweriyên li Anatolî, Mezopotamyayê, yên li ser Ermenan û dibêje, ”Gelek komkujî bi ser gelê Kurd de hatine, her wiha komkujiyên li ser Elewiyan. Nniha mirovek, civakek ku li bara van komkujiyan deng dernexîne, hebûna xwe ya civakî jî, derfeta jiyana wekhev û azad jî bi pişta destê xwe tehf dide.”

Ozdemîr dibêje ew çalakiya xwe mîna ‘rexnedayinekê’ dibîne, karker, kedkarekî Tirk ku li dijî mêtingeriya li ser Kurdan, li dijî tecrîda li ser Rêbertiya Kurdan dengê xwe dernexîne, her wiha mêtingeriyê di nav xwe de bi rengekî cuda dijî û ji bo vê jî, vê têkoşînê, mîna lingekî girîng dibîne ku gel bi azadî dikare li ser bijîn.

Ozdemîr li ser bandora greva birçîbûnê diyar kir ji niha ve destkeftî çêbûne, ya girîng ”destkefiya îdeolojîk” e, li djî her êrîşê, mêtingeriyê, tecrîdê û sertewandinê hatiye nîşandan ku wê berxwdan hebe û her wiha li dijî êrîşên dewleta Tirk kuçe hinekî bi tevger bûne. Ozdemîr her wiha got ji hêla pratîk ve jî destkeftî çêbûne û got, ”Ya pêşî, rêzdar Ocalan birayê xwe dît û ya dî jî Rêzdar Leyla Guven ji zindanê hate berdan.”

Ozdemîr bi berdewamî got, heke mirov bifikire ku têkoşîna dijî tecrîdê têkoşîna dijî tecrîda li ser hemû civakê ye, rasterast hemû beşên civakê têkildar dike û got, ”Ev ji hêla dîrokî ve hatiye çespandin jî, berxwedan dest pê dike, li dora berxwedanê bi gelên kom bûyî, bi derdoreke berfireh a kedkaran a li dora berxwedanê diçe serfiraziyê.’

Ozdemîr her wiha diyar kir bi bandora berxwedana greva birçîbûnê CPT û Parlamentoya Ewropayê li gorî berê kêm be jî tevdigere, dibêjine wan, ”Hevdîtinên me bi dewleta Tirk re didomin” lê  ew dibînin ku derfetên zorlêker ên di dest xwe de bi kar nayînin.

Ozdemîr herî dawî wiha got: ”Ev berxwedan bi rastî jî bi serkeftinên mezin bi pêş ve diçe. Divê ev bi zelalî were dîtin lê ji bo ku berxwedan biçe serfiraziyê, ji bo ku tecrîd rabe, divê hêzên nû, gelêm e bi rastî jî li dora berxwedanê barîkatan deyne û wiha em ê biçin serfiraziyê. Gelek tiştan dikarin bikin. Li her bajarê Ewropayê, li gelek deverên cîhanê çalakî têne kirin. Mirov dikare tevlî van çalakiyan bibe, mirov dikare mirovên din li van çalakiyan zêde bike. Li herêmên ku lê dijîn, ji bo ku partiyên siyasî, sendîka, nûçegihan li ser mijarê bihistyar bin, dikarin zextê li ser wan bikin. Bi kurtasî; heke bibin parçeyek ji vê berxwedanê em ê serfiraz bibin..”