Çalakiyên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ku di 27’ê Mijdara 2023’an de ji bo “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd” hatibu destpêkirin roja 155′ an de devam dike.
Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya daxuyanî da û got;
Çalakiya me ya greva birçîbûnê nîşan da ku divê ji 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo ve derbasî qonaxeke nû buye .
Em dixwazin bê zanîn ku ji 4’ê Nîsanê û pê ve em ê bi şîara çalakiya xwe ya ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk’ bi boykotkirina dadgehan, hevdîtina bi malbatan û bi telefonê bidomînin.