Ji Parêzerên Baroya Parîsê Jûan Prosper asta hiqûqî ya tecrîda li Îmraliyê û nêzîkatiya CPTê ya li ser tecrîdê ji ANF’ê re nirxand û got;

Min ev pirsgirêk di konferansa 11’ê Nîsanê de, li Parlamenta Ewropa anî ziman.

Min got armanca bingehîn ya hiqûqnasan ew e ku balê bikişînin ser rewşa giştî û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li ser girtiyên siyasî.

Ez dubare dikim; Mercên Abdullah Ocalan li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye.

Ji vê jî girîngtir, tevî ku ewqas dem di ser re derbas bûne CPT hîna jî pêşniyarên xwe yên têkildarî Îmraliyê ji raya giştî re eşkere nekirine.

Tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nay girtin.

Ev yek jî binpêkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa yên têkildarî Ocalan e.

Parêzer Juan Prosper destnîşan kir ku ji bo hînbûna rewşê gelekî girîng e ku rapora Îmraliyê ya dawî ya CPT bê eşkerekirin.

Divê aktorên civakî zanibin li Îmraliyê çi diqewime.

Ji bo vê jî pêwîstiya me bi rapora CPT heye.

Lewma gelekî girîng e ku ev rapor di demeke kurt de ji raya giştî re bê eşkere kirin.

Ji bo dawî li tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan bê anîn û saziyên erkdar wezîfeya xwe bi cih bînin, divê li her qadê têkoşîn dewam bikin.

Ji bo rayedarên Tirk hurmetê nîşanî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa bidin û piştre jî çavdêrên serbixwe karibin mercên Îmraliyê li cih kontrol bikin, divê em zextê bikin.

Ji bo CPT rapora xwe ya têkildarî rewşa birêz Abdullah Ocalan eşkere bike divê em weke hiquqnas, zextê li CPTê bikin.