Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2018’an ve bajarê kevnar ê Kurdistanê Efrînê dagirkiriye.

Ji wê demê me li dijî şêniyên herêmê hovîtiyeke mezin dimeşîne.

Duh gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.

Di êrişê de ciwanê bi navê Îbrahîm Biro û welatiyê bi navê Arif Seîd bi giranî birîndar bûn.

Gundiyan ew rakirin nexweşxaneya Avrîn a li gundê Fafî ê.

Wekî din artêşa Tirka dagirker gundê Şêx Îsa yê navçeya Til Rifatê topbaran kir.

Her wiha di heman kêliyan de gundê Seyade yê Minbicê û gundê Um Hoş ê herêma Şehbayê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker her wiha 3 welatî jî revandin.

Li gor agahiyan welatiyê bi navê Mihemed Adil Mihemed, Ehmed Ebdo Mihemed Salih Hesen hatine revandin.

Çavkaniyan xwecihî diyar kirin ku dema ev kes diçûn serdana xizmên xwe hatine revandin.