Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 157 roj e berxwedana xwe berdewam dike.

Berxwedana hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê kir. Çalakiya Leyla Guven îro ket roja 157’emîn. 

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku bi heman armancê dest bi çalakiya xwe kir, di roja 144’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 118’emîn de didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê 118 roj e didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 44’emîn de didome.

Çalakiya parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag a di 3’yê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî di 8’ê Adarê de dabû destpêkirin, didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 99 roj, Gurbet Ektîren a li Dêrika Merdînê 89, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 97 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 46 roj li pey xwe hiştin.

Yusuf Îba li Torontoyê 92 roj, Mele Mustafa Tuzak li Duisburgê jî 91 roj, Husên Yildiz 85 roj, Hasbî Çakici 84 roj e di greva birçîbûnê de ne. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 84 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurnbergê 80 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 75 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li paytexta Awusturya Viyanayê 68 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber avahiya Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 57 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Îngilistanê Londonê 28 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmûd 49 roj, Gulebax Celal 28 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Li bajarê Krefeld ê Almanyayê di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Oltuyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.