Polîsan dora avahiya bajêr a HDP’ê girtin û destûrê nadin ku parlementer û hevşaredarên HDP’ê li ser tecrîd û grevên birçîbûnê daxuyaniyê bidin.

Parlementer û hevşaredarên HDP’ê yên ku xwestin li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li ser tecrîd û grevên birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê bidin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîs nahêlin ku parlementer û hevşaredar ji avahiya partiyê derkevin. Polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî dora avahiya bajêr a HDP’ê girtin û ji bo ku tu kes dîmenan negirin bi mertalên xwe asteng kirin. Rojnameger ji pêşiya avahiya bajêr hatin dûrxistin.

Xizmên girtiyan ê ku li pêşiya Girtîgeha Tîpa E’yê ya Amedê bûn, hatin ba avahiya HDP’ê. Polîsan dora xizmên girtiyan jî girtin.

Polîs nahêlin ku parlementer û hevşaredar biçin pêşiya girtîgehê.