Endama Sinn Feinê û endama berê ya Parlamenta Ewropa Martina Anderson, têkildarî têkoşîn û fikrê Rêber Abdullah Ocalan, tecrîd û rola Ocalan ya di pêvajoya aştiyê de ji ANF’ê re axivî.

Anderson diyar kir di dema parlamentera Parlamentoya Ewropa bû, têkildarî têkoşîna Kurdan gelek kar kir û got; Di dema ku Leyla Guven di greva birçîbûnê de bû, em çûme girtîgehê, lê destûr nedane ku em derbas bibin.

Em weke komargerên Îrlandayî, piştgiriyê didina têkoşîna gelê Kurd, piştgiriyê didine gelê Fîlîstînê û gelên din.

Fikrên Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kurd û ji hemû gelên bindest gelekî gîrîng in. Divê fikrên wî werin bela kirin. Nabê ku kesekî wekî Abdulllah Ocalan di girtîgehê de bê girtin. Mixabin hem girtî ye û hem dibin tecrîdek giran de tê girtin, Ev nayê qebûl kirin.

Armanca tecrîdê, rê girtina li pêşiya fikrên wî ye. Li gorî min, mirov hîn bêhtir meraqa fikrên wî dikin. Bi taybetî di cîhana îro de pêdiviya mirovaniyê bi fikrên alternatîf heye. Rêber Abdullah Ocalan jî fikrên alternatîf pêşkêş dike.

Anderson got; Di roja rojbûna 75’an de hîna jî ragirtina Abdullah Ocalan li girtîgehê û nediyarbûna aqûbeta wî ji bo gelê wî gelekî zehmet e. Eger weke gelê Irlandî gelê Kurd jî piştgiriya civaka navneteweyî ya li Ewropa û Emerîka bigire, wê hem Birêz Ocalan azad bibe, hem pêvajoya aştiyê dest pê bike.

Ji bo vê jî, hamleya 9’ê Cotmehê ya bi navê ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ gelekî giring e. Ew 75 salî ye. Bêguman wê li Tirkiyê guhertin çêbibe. Ev desthilatdariya nijadperest her dem li ser desthilatdariyê namîne. Bêguman Kurd di rewşek zor û zahmet de ne, lê divê têkoşîna xwe bidomînin. Çi dibe bila bibe biryardaariya li ser paşerojan giring e. Her tiît bi têkoşîna gelê Kurd ve girêdayî ye.