Şehîd Qadir Rojava di qezayekê de li kantona Reqayê şehîd bibû.
Girseya gel, cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk -QSD şehîd Qadir Rojava (Raqî Mulhim El Mûsa) birin Goristana bajarokê Hikumiye.
Di merasimê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên PYDˊê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Malbatên Şehîdan tevlî mersima veşartina şehîd Qadîr Rojava bûn.
Piştî rêzgirtinê ji fermandarên QSDˊê Qehreman Xebat axivî û fedakariyên lehengan li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.
Piştre apê şehîd, Wehîd El Ebdullah axivî û got:
Da ku ev welat bi azadî û rûmet bijî em kezebên xwe didin.
Em ê heta pêkanîna armancên wan li ser şopa wan bin.”
Herî dawî wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi tilîlî û diruşmeyan hate veşartin.