Di 31’ê Adarê de namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, bi 521 dengan bi serketin.
Lê êvara hilbijartinê rayên 2 sindoqan ji aliyê biraziyê namzetê AKP’ê Alî Aslan Bayik Mustafa Bayik û 50 kesên pê re hatibûn şewitandin.
Piştî vê AKP’iyan îtiraz kir û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind biryara nûkirina hilbijartinê da.
Hilbijartin wê di 2’yê Hezîranê de cardin bê kirin.
DEM Partî, li ber buroya hilbijartinê bi gel re civiya û daxuyaniyek da.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegül Dogan, parlementerên DEM Partiyê Omer Ocalan, Heval Bozdag, Sümeyye Boz, Yilmaz Hûn û namzetên hevşaredariyê yên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Ayşegul Dogan li hemberî gel axivî û got;
Curnê Reş di 31’ê Adarê de jî biryara xwe daye, Lê karê desthilatdairyê ew e ku dek û dolaban bike.
Lê karê me jî avakirin e. Curnê Reş careke din jî biryara xwe da. Em ê di 2’ê Hezîranê de careke din bi ser bikevin.
Curnê Reş DEM e, DEM Curnê Reş e. Em ê ji bo vê bi şev û roj bixebitin.”