Çete li Şehbayê çandiniyê asteng dikin Di demekê de ku aliyê çandiniyê li kantona Şehabyê bi pêş dikeve û êdî şênî mîna berê karê xwe berdewam dikin, çeteyên girêdayî Tirkiyê yên ku herêmên nêzî kantonê dagir kirine, kiryaran der heqê şêniyan de pêk tînin û hewl didin qûta wan a rojane qut bikin.

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Piraniya şêniyên kantona Şehbayê debara xwe bi çandiniyê peyda dikin. Lê çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku Efrîn dagir kiriye, ji bo ku şêniyan ji jêdera qûta wan qut bikin, bendava Şehbayê vedikin da ku zeviyên şêniyan tijî av bibin.

Bendava Şehbayê di navbera bajarokê El-Raî û gundê Im Hoşê de li kantona Şehbayê hatiye avakirin. Çete bi zanabûn bendavê vedikin da ku zeviyên şêniyan tijî av bibin di encamê de zirarên mezin digihîjin avê. Rûbara zeviyan ji ber binpêkirinên çeteyan zirar dîtiye û tijî av bûne, bi qasî 73 hektaran.

Ev binpêkirinên çeteyan di dema ku êdî aliyê çandiniyê li kantona Şehbayê piştî ku di sala 2016`an de ji DAIŞ`ê rizgar bûye, pêk tên. Mayinên ku di nav zeviyan de hatibûn çandin, hatin rakirin, tevî wê bi hezaran malbatên herêmê piştî rizgarkirina kantonê vegerîn warên xwe.

Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê desteka pêwîst ji şêniyên kantonê re bi armanca geşkirin û pêşxistina aliyê çandiniyê pêşkêş dike. Îsal komîte di vî warî de derfetên xwe hemû kirine xizmeta çandiniyê.

Komîteyê derdora 5 hezar tûr semad û hezar tûr ji semada zivistanê li cotkaran belav kiriye. Di encama vî karî de 215 cotkarên kantona Şehbayê sûd jê girt û 210 tûr semad li şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê hatin belavkirin.

Girêdayî heman mijarê û li gorî hevseroka Komîteya Çandiniyê zeviyên çandiniyê bi rûbera 800 hektar bi buhayên guncaw ji şêniyan re hatin dayîn. Ji vê xebatê 185 cotkar sûdê werdigirin.

Her wiha komîteyê 10 hektar ji bo çandina petat û pîvazan amade dike. Komîteyên bi xebatên xwe hewl dide çandiniyê li herêmê mîna berê vegerîne, ji ber wê mazot ji cotkaran re bi buhayên guncaw peyda kir. Tevî wê jî komîteyê hewl dide dermanên çandiniyê ji bo girtina hilberîneke baş di mewsima îsal de, peyda bike.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Îman Hisên Toko wiha got: “Ji bo hilberîneke baş me ji cotkaran re xebatên pêwîst pêşkêş kirin. Me semad û derman peyda kir û me zevî bi kirê dan cotkaran.”

Têkildarî binpêkirinên çeteyên Tirkiyê Toko destnîşan kir ku çete bi armanca zirarê bendava Şehbayê vedikin da ku zeviyên şêniyan tijî av bibin.

Şêniyê bi navê Hisên Endulhemîd Elûş ji şêniyên kantona Şehbayê ye, binpêkirinên çeteyan der heqê zeviyan wan de anî ziman û wiha got: “Zeviyên me tijî av dibin û heya niha em nikarin tiştekî bikin. Malbateke min heye divê ez debara wê peyda bikim û ji bilî zeviya min tu jêdara qûta min tune ye û çeteyan jî ew tijî av kiriye. Niha ez nikarim sûdê jê wergirim. Rûbera zeviyê 10 hektar e, ez nikarim biçim nav, ji ber ku çete gule li her kesekî nêz dibe direşînin.”

(şx)

ANHA