Çalakvanên jin ên parastina mafê jinan ên bajarê Sine, duh bi daxuyaniyekê ragihandin ku hilbijartinên 12’an ên Parlamentoya Îranê wê boykot bikin.
Jinan bang li hemû gelên Îranê kirin ku di 11’ê Adarê de li malên xwe bimînin, hilbijartina bi vî awayî red bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ guhertinek mezin di qada siyasî ya Îranê de çêkiriye. Ji bo wê em wek jinên çalakvanên Sine vê hilbijartinê qebûl nakin. Ji ber ku bingeha sîstema Îranê ji gelek kêmûkurtiyan pêktê. Em vê hilbijartina ku tenê sembolîk û seranseriye, nas nakin.
Di roja hilbijartinê ya 1’ê Adarê de, bi dirûşma ‘Ji sindoqan û ji nîşandana sîstema dîktatoriyê re na’ emê li malên xwe bimînin û nîşan bidin ku Tevgera Azadiya Jinê zindî û çalake.
Jinan daxwazên xwe jî wiha rêz kirin.
Ji darvekirinê re na
Ji girtinên ji ber cudahiya ramanên siyasî re na
Ji desthilatdariya îdeolojîk re na
Ji binpêkirina mafên mirovan re na
Ji cudahiya zayendî re na
Ji dûrxistina mamostayên xwendinê û zanîngehan re na
Ji çewisandina xwendevanan re na
Ji çewisandina karkeran re na”
Hêjayî gotinêye ku Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî hilbijartinên 1’ê Adarê yên Îranê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew hilbijartin li dijî armanc û rêgezên “Jin, Jiyan û Azadiyê” ne û bang li her kesî kir ku wan hilbijartinan boykot bikin.