Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû, di Medya Haber TV pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ nirxand û got;

Pêngav her tim, pêwistiyê bi ruhekî mezin, enerjiyeke mezin dibîne. Da ku encamgir be.

Lewma di pêvajoyên 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê, Newroz, pêvajoya hilbijartinê ya li Bakur, her yek ji wan, gavên encamgir in.

Divê pêngava Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re jî teqez encamgir be.

Ji bo vê jî, divê jin, li dora paradîgmaya Rêbertî û armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiyên kilît bibin.

Çîgdem Dogu got; Di têkoşîna me de Rêbertî weke ‘Roj’ê hate pênasekirin.

Eger bê bîra we, di pêvajoya komploya navneteweyî de çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatin pêkanîn.

Yanî Rêber Apo rastiyeke welê nîşan dide ku bi rojê re sembolîze bûye.

Sîstema ku Rêber Apo afirandiye, rastiya têkoşînê, sîstema rêxistinî, hest, fikir û heqîqeta ku afirandiye, mîna sifreyekê ye.

Ev sifre sifreya Xelîl Brahîme ku li Rojhilata Navîn wateya vê heye.

Rêberê me jî têkoşînek mîna sifreyekê daniye pêşiya mirovahiyê.

Mîna sifreyekê pêşkêşî gelê Kurd, jinan kiriye.

Em dixwazin di dema pêş de çalakiyên xwe yên xweser ên jinan bi navê ‘Li sifreya Rojê’ hîn xurtti bikin.

Divê jin li dora vê sifreyê hîn bêhtir bicivin û bibin yek.

Li dora vê sifreyê divê em hîn bi xurtî piştevaniya hev bikin, rêxistiniya xwe mezin bikin, bi vê yekê re Pêngava Rêbertî hîn xurt bikin.

Biçûk an jî mezin, jin ên ciwan bi hestiyariyeke mezin divê li dora ‘Sifreya Rojê’ bicivin.

Weke Tevgera Jinê em, di wê baweriyê de ne ku divê pêngavê ji aliyê xweser ve hîn bêhtir bi pêş ve bibin.”