Endamê Hevpeymana Kêmnetewan Felah Xetabî diyar kir ku pêwîst bû hikumeta Iraqê mijara destwerdanên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û êrişên ser xaka herêmê, di serdana Erdogan ya ji bo Iraqê de, çareser kiriba.

Endamê Hevpeymana Kêmnetewan Felah Xetabî derbarê serdana şefê faşîst ê tirk Recep Tayîp Erdogan ya ji bo Iraq û Hewlêrê ji Rojnewsê re axivî.

Felah Xetabî diyar kir ku pêwîst bû hikumeta Iraqê mijara destwerdanên dewleta Tirk ên li ser Iraq û êrişên ser xaka Herêma Kurdistanê, di dema serdana Erdogan ya ji bo Iraqê de, çareser kiriba.

Felah da zanîn çareser nekirina dosya ewlkariyê ya di navbera her du welatan de, cihê gumanê ye, bi taybet jî destwerdana dewleta Tirk ya di kar û barên Iraqê de, bombebaranên ser Şengal û herêmên din yên Kurdistanê.