‘Nobeda Azadiyê’ ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku di sala 9’an de ye, vê hefteyê bi komek ji ciwanên Kurd dewam dike.

Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya 457’an de ye. Çalakgerên vê hefteyê komek ji ciwanan e.

‘Nobeda Azadiyê’ her hefteyê ji aliyê komeke cuda ji Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê tê meşandin. Vê hefteyê jî endamên Tevgera Jinên Azad û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve tê birêvebirin.

Çalakî rojane saet di navbera 08:30-17:00 de li qadeke ku saziyên Ewropayê lê ne pêk tê. Nobedarên hefteya 457’an a nobedê ciwanên Kurd Bêrîtan Dersim, Yûsûf Ûzûn û Memet Açet e.

Bêrîtan Dersim bi navê koma ciwanan axivî û diyar kir ku di nava sala 2021’ê de cara sêyemîn e ku ciwan nobedê dewir digirin. Bêrîtan Dersim got, “Nobeda ku ji bo azadiya Rêber Apo pêk tê, ji bo ciwanan gelekî bi wate ye. Ciwanan bi xwedîderketina li çalakiyê nîşan dan ku li ser rêya Rêbertî wê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Bêrîtan Dersim cejna Newrozê li gelê Kurd, gelên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku ji bo îsal bibe sala azadiyê bang li her kesî kir ku li dora têkoşînê û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicivin.

Bêrîtan Dersim çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê silav kir û bêdengiya saziyên Ewropayê ya li pêşberî vî kiryarên dijî mirovahiyê yên Tirkiyeyê şermezar kir.

Bêrîtan Dersim got, “Bi tecrîda li ser Rêberê me dixwazin îradeya gelê Kurd teslîm bigirin” û wiha dewam kir, “Lê belê em ê li her cihî têkoşîna xwe mezin bikin. Em dibêjin, ‘Ji bo me jiyana bê Rêbertî nabe’. Li ser esasê azadiya Rêbertî em ê azad bibin.

Ev hefte di heman demê de Hefteya Lehengiyê ye. Hefteya Lehengiyê bi Newrozê re bûye yek û bi vî rengî mizgîniya vejînê daye me. Em her kesên ku li ser rêya azadiyê têdikoşin silav dikin.”