Komeke ji ciwanên Swîsreyî pêk dihat ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê li pêşiya NY’yê daxuyanî dan, banga “Bê ku bibe direng divê her kes bikeve tevgerê” kirin.

Çalakiyên piştevaniya di serî de ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hemû zindanan belav bûne dewam dike.

Komek ciwanên Swîsreyî ya endamên alternatîfa jiyanê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê daxuyanî dan bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê û bang li civaka navneteweyî kir ku di vê mijarê de bi hestyar bin.

Moûnîr ê li ser navê ciwaan daxuyanî da got: “Ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Ocalan piştevaniya bi hevrêyên xwe yên di grevê de ne li vir kom bûne.

Ji sala 2015’an û vir ve Ocalan ji hemû mafên x we hatiye bêpar kirin, tecrîdekî mutlaq li ser hatiye danîn. Li dijî vê di serî de hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye û her diçe rewaş wê giran dibe. Greva Guven di asta navneteweyî de jî cihekî berfireh girtiye. Li gelek derverên cîhanê bi heman daxwazê kes ketine grevê. Li hemberî çalakiyeke wiha hê jî bêdengiya naventeweyî nayê pejirandin. Ji bo şikandina vê bêdengiyê divê her kes bikeve tevgerê.”

‘BÊDENGÎ NAYÊ QEBÛL KIRIN’

Moûnîr bi domdarî got; “Em ciwanên Swîsreyî piştevaniya bi grevên birçîbûnê de bi girîngî bibîr dixin û têkoşîna hevrêyên ku ji bo hevrêyên xwe bidi jiyîn mirin hilbijartine silav dikin. Erdogan û hikûmeta wê ji sala 2015’an ve li dijî gelê Kurd şerê tunekirinê daye destpê kirin, tevê tiştên hatine jiyîn jî bêdengiya raya giştî ya navnetewî nayê qebûl kirin.”

‘BERIYA KU DERENG BIBE PIŞTEVANIYÊ MEZINTIR BIKIN’

Moûnîr herî dawî got; “Em ciwanên Swîsreyî bêdengiya li dijî dewleta Tirk ku polîtîkayên qirkirin û komkujiyê dimeşîne weke skandal dibînin. Em ê li her derê hemû hilbijartinan bikar bînin û bikevin nava tevgerê. Em daxwaz dikin ku hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê werin berdan. Beriya ku dereng bibe piştevaniya bi grevên birçîbûnê re mezintir bikin.”

Rayedarên Kantona Cenevreyê, destûr nedabûn ku çalakgerê greva birçîbûnê Mehmet Alî Koçak ku 43 roj in li Navenda Civaka Demorkatîk a Kurd ya Cenevreyê di grevê de ye, li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî çalakiya xwe bidomîne, Moûnîr nerazîbûn nîşanî vê da û bang li rayedaran kir ku dev ji helwesta xwe berdin.

Piştî daxuyaniyê ciwanan bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan” li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî veqetiyan.